Heyeta DBP û HDP’ê derbasî Efrînê bû
Heyeta DBP û HDP’ê ji bo serdana rojekê di Deriyê Sînor ê Ezazê re derbasî Efrînê bû.
Heyeta DBP û HDP’ê ji bo serdana rojekê di Deriyê Sînor ê Ezazê re derbasî Efrînê bû.
Heyeta ji Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed’ê Firat Anli, Alîkarê Serokê Giştî yê ji Rêveberiyên Xwecihî yê DBP’ê Huseyin Yilmaz, Rêvebera HDP’ê Fatma Kurtulan, Hevşaredara Dêrgule Ozlem Kûtlû, Rêvebera Kongreya Jinan a DKOH Nezahat Erguneş pêk tê, ji bo serdana rojekê di Deriyê Sînor ê Ezazê re derbasî Efrînê bûn.
Heyet di nav de Alîkarê Seroka Kantona Efrînê Remzî Şeyhmus, Seroka Rêveberiyên Xwecihî Nûrşan Huseyin, rêvebera Tev-Dem Zelal Cîger, nûnerên Meclîsa Zagonsaz a Kantonê jî ku hebûn ji aliyê gelek kean ve li gundê Kastel Cindo hatin pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê bi awayekî konvoy ku derbasî navenda Rêveberiya Kantonê ya Xweser a Efrînê bûn, Firat Anli got, “Ji zû ve plana me ya ziyareta Efrînê hebû. Ji ber di deriyê sînor re kes nedihat derbaskirin û me xwe li berxwedana Kobanê ya 6 mehên dawî kilîd kiribû ev ziyareta me dereng ma.”
Seroka Rêveberiyên Xwecihî Nûrşan Huseyin û Îham Ehmed a di nav kesên heyet pêşwazî kir cih girt, gotin ku ji hatina heyetê kêfxweş bûne.
Di bernameya heyetê de ziyareta Saziya Malbatên Şehîdan, birîndarên YPG/YPJ’ê û Şaredariya Gel a Efrînê jî heye.