Li Cizîrê zarokê bi navê Selman Akbay ê 11 salî yê ji hêla leşkeran ve hat birîndarkirin der barê bûyerê de axivî û wiha got: "Ez diçûm dibistanê wesayîta zirxî ya leşkeran dema 2-3 metre ji min derbas bû paceya wesayîtê vekir û bombeyê gazê avête min."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê seat 12.30'an zarokê 11 salî yê bi navê Selman Akbay wextê ji malê diçû dibistanê ji hêla leşkeran ve bi fîşeka bombeya gazê hatibû birîndarkirin. Zarokê ji hêla welatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û li wir tê dermankirin. Piştî dermankirinê derbarê bûyerê de ji DÎHA'yê re axivî. Akbay diyar kir ku wextê ew diçû dibistanê ev bûyer çêbûye û wiha got: "Ez li pola 5êmîn a Dibistana Mehmet Akif Ersoy dixwînim. Wextê dibistanê navbêra xwarinê da ez ji çûm malê min xwarin xwar. Piştî xwarinê ez ê vegariyama dibistanê. Wextê ez di rê de diçûm li nêzi Girtigeha Cizîrê kolana Heybetlî de wesayita leşkerî ya zirxî di ber min re derbas bû. Wesayit 2-3 metre ji min dûr ket û paceya xwe vekir. Piştî pace vekir bi çeka bombeyên gazê fîşek bera min da. Fîşeka bombeya gazêe li sînga min ket. Xwîn ji devê min avêt. Li wir tu bûyer tune bûn. Wextê ez ketim erdê hin kesan ez anîm nexweşxaneyê. Wesayîta zirxî yek tenê bû, li ser 156 dinivîsî û ya leşkeran bû."
'EM VÊ NEHEQIYÊ QEBÛL NAKIN'
Bavê Selman Akbay Suleyman Akbay jî der barê bûyere de axivi û ev tişt got: "Kurê min diçû dibistanê, leşkeran ji kêfa xwe re gule berdane. Li wir ti bûyer jî tinebûn. Tenê fîşekek bombeya gazê avêtine ew jî li sînga kurê min dane. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Em gilîdarên vê êrîşê ne. Em dixwazin kesên fîşek berdane kurê min werin darizandin."
Dermankirina Selman Akbay li Nexweşxanayê Dewletê ya Cizîrê berdewam dike.