'Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Suryanî' bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Til Hirmiz ê herêma Xabûrê de, 3 şervanên Suryanî yên li ber xwe dan, jiyana xwe ji dest dane.
'Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Suryanî' diyar kir ku şervanên wan Julian Bahho Ose (Havro Louay), Jouseph A’feh (Havro Aram) û Marios Hermez (Havro Ninos) jiyana xwe ji dest dane û hat gotin, "Tevî hemû hewldanên me jî cesedên hevalên me yên şehîd neketine destê me.
Şevanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî (MFS) û Hêzên Xabûrê, ji bo kontrola herêmê nekeve destê DAIŞ'ê heta dawiyê li ber xwe didin. Aqûbeta şervanekî azadiyê yê MFS û 12 şervanên Hêzên Xabûrê (Milîsên gundên Xabûrê diparêzin) hînê nayê zanîn."
Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Suryanî da zanîn ku komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê sivîl dewam dikin û ragihand ku berxwedana gelê Suryanî ya li hemberî çeteyan dewam dike û ji bo ev berxwedan were şikandin, çeteyan dest bi êrîşên xwekujî kirine.
Hat destnîşankirin ku Meclîsa Leşkerî ya Suryanî (MFS) û Hêzên Xabûrê, heta gundên Asûrî werin azadkirin û dîlên Asûrî-Suryanî serbest werin berdan, ew ê berxwedana xwe ya bi rûmet a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dewam bikin.