Elçî: Emniyetê hem kuşt, hem jî delîl veşart
Serokê baroya Amedê Tahîr Elçî got, "Di vê bûyera dawî de jî me dît, ku emniyet bi çi rengî kiryaran û çekan vedişêre, delîlan ji holê radike."
Serokê baroya Amedê Tahîr Elçî got, "Di vê bûyera dawî de jî me dît, ku emniyet bi çi rengî kiryaran û çekan vedişêre, delîlan ji holê radike."
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî mukurhatinên polîs Hayrî Vûral ê ji ber kuştina Nîhat Kazanhan hatibû girtin, ku aşkera dikir bê çawa polîs Kazanhan kuştiye û delîl ji holê rakiriye, nirxand û got, "Di vê bûyera dawî de jî me dît, ku emniyet bi çi rengî kiryaran û çekan vedişêre, delîlan ji holê radike."
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku heman piştî qetilkirina Nîhat Kazanhan li Cizîrê, hem Serokwezîr hem Wezîrê Karên Hundir di rojên destpêkê de dan xuyakirin ku li herêma Kazanhan lê hat qetilkirin ekîbên polîsan tinebûn û çeka hatiye bikaranîn jî di envantera emniyetê de nîne. Elçî got, "Lê belê qeyda kamera ya cînayeta Kazanhan derket holê. Herî dawî di îfadeya polîsê hat girtin de em dibînin ku delîl bi çi rengî ji holê tên rakirin."
'DADGERÎ LI GORÎ DELÎLÊN KESÊN TÊN DARIZANDIN DIŞÎNIN, BIRYARÊ DIDE'
Serokê Baroyê Tahîr Elçî ragihand ku di cînayetên sivîlan de ew dibînin ku hem îdare xwe çawa diparêze hem jî delîlan bi çi rengî ji holê radike û anî ziman ku dadgerî jî ji ber îfade û delîlên yekalî lêpirsînê baş nameşîne û got, "Ji ber ku dadgerî, li gorî belge, delîl û îfadeyên saziya sûcdar şandiye, biryarê dide."
Elçî diyar kir ku tevî Nîhat Kazanhan di heman rojan de li Cizîrê çend sivîlên din hatin qetilkirin û got, "Piştî van îfade û mukurhatinên polîs, ne bawerim ku di mijara kuştina sivîlên din de lêpirsîn û darizandineke bi bandor hatibe meşandin."
Serokê Baroyê Elçî da zanîn ku bi rêya komîsyonek di bin sîwanê baroyê de ava kirine re, di serî Cizîr ew der barê cînayetên sivîlan de xebateke hiqûqî dimeşînin.