Di roja 165. de ji bo Kobanê silav

Şervanên YPG û YPJ’ê ku piştî Kobanê azadkirin yek bi yek gundê wê jî azad kirin û xwe gihandin Firat û Girê Spî, li gundê Miseynter û Elîzer ji aliyê nobedarên sînor ve cara 165. hatin silavkirin.

Şervanên YPG û YPJ’ê ku piştî Kobanê azadkirin yek bi yek gundê wê jî azad kirin û xwe gihandin Firat û Girê Spî, li gundê Miseynter û Elîzer ji aliyê nobedarên sînor ve cara 165. hatin silavkirin.

Di zincîra mirovahiyê ya li gundên Miseynter û Elîzer a Pirsûsê didomin de nobetên sînor di roja 165. de hatin cem hev.  Li gundê Miseynterê li hemberî Taxa Kaniya Kurdan a navenda bajarê Kobanê û li gundê Elîzer jî li hemberî gundê Kosik nobedaran destê hev girtin û şervanên YPG û YPJ’ê yên operasyonên azadkirinê didomînin silav kirin.

Berxwedêrên gundê Miseynterê berê xwe dan Kobanê û bi dirûşman silav şandin, li gundê Elîzer jî şêniyên gund tevlî zincîra mirovahiyê bûn û ji 7’an heta 70’ê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê û her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Kesên jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin bîranîn.