YPG: 3 gundên Kobanê hatin rizgarkirin
YPG’ê diyar kir ku li herêma Kobanê di 24 saetên dawî de 3 gund û gelek girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin. Her wiha di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de bi dehan çete hatine kuştin.
YPG’ê diyar kir ku li herêma Kobanê di 24 saetên dawî de 3 gund û gelek girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin. Her wiha di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de bi dehan çete hatine kuştin.
YPG’ê diyar kir ku li herêma Kobanê di 24 saetên dawî de 3 gund û gelek girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin. Her wiha di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de bi dehan çete hatine kuştin û cenazeyên 18 çeteyan di destên şervanan de ne. Şervanan her wiha miqdareke cebilxaneya çeteyan jî desteser kirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê wiha ye:
“Berxwedana dîrokî ya li Kobanê ket roja 163’emîn. Di çarçoveya Pêngava Rizgariya Kobanê de hêzên me li sê eniyan pêş de diçin û derbên giran li terorîstan didin.
Di encama operasyona hêzên me de gundê Kunheftar ê eniya başûr ji terorîstan hat rizgarkirin. Di encama şerê ku heta saetên êvarê dewam kir de 27 kuştiyên terorîstên DAIŞ’ê hatin tespîtkirin. Hêzên me li vê herêmê dest danîn ser wesayîtekê, topek hawanê a 120 mm û 7 gulleyên wê.
Hêzên me yên ku li eniya rojhilat jî pêş ve diçin, şevê din li derdora gundên Akbaş û Çelebî operasyon pêk anîn. Di encama operasyonê de gundê Akbaş hat rizgarkirin û girên stratejîk ên li derdora gundê Çelebî ketin bin kontrola hêzên me.
Di encama şerê li van herêman de tevî cenazeyên 18 terorîstan ketin destên şervanên me. Her wiha 9 kilaşnîkov û 55 rextên wê, 1 BKC û hezar guleyên wê, roketavêjek B7 û 10 gulleyên wê, 30 bombeyên destan û bêtêlek hatin desteserkirin.
Li eniya rojava jî hêzên me yên ku pêş ve diçin, gundê Beyadiyê ji terorîstan rizgarkirin.”