Darvekirin li Frankfurtê hat protestokirin

Li bajarê Frankfurt a Elmanyayê rejîma Îranê ya girtiyên Kurd darve kir hat protestokirin. Di çalakiyê de berdevkê PJAK’ê Kemanger axivî û diyar kir ku hinek hevalên wan winda ne û bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin nava tevgerê.

Li bajarê Frankfurt a Elmanyayê rejîma Îranê ya girtiyên Kurd darve kir hat protestokirin. Di çalakiyê de berdevkê PJAK’ê Kemanger axivî û diyar kir ku hinek hevalên wan winda ne û bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin nava tevgerê. Sibê li bajarê Hîldesheîm wê Îran bê protestokirin.

Bi pêşengiya Komîsyona PJAK a Frankfurtê  li ber Sefaretxaneya Îranê meşek pêk hat û pankarta ‘Darvekirinan rawestînin’ hat hildan. Di meşa li Qada Haupwache  pêk hat çalakgeran belavokên bi Elmanî hatibûn amadekirin belavkirin û dirûşmên ‘Îrana faşîst darvekirinan rawesetînin’, ‘Bijî berxwedana zîndanan’, ‘Bimire Komara Îran mola’ berz kirin. 

DIVÊ ÎRAN DEST JI HELWESTA XWE BERDE

Di mîtînga ku li qada Haupwache  pêk hat berdevkê PJAK’ê yê Ewropayê Şerzad Kemanger axivî û got: “Îranê herî dawî sê hevalên me qetil kir. Hê hevalên me yên winda hene. Divê Îran demildest dest ji van berde.  Bila ti kes hêza me neceribîne. Em wek tevgera Azadiyê her tim li dijî van darvekirinan bin. Em bang li Îranê dikin ku demildest dest ji van pêkanînên xwe berde. Kes nekare bi nirxên vî gelî bilîze.”

Kemanger bang li saziyên navneteweyî kir ku  ji bo hevalên wan ên winda bikevin nava tevgerê û got: “Çawa îro Kobanê azad bû, di vir de hêza mezin a çalakiyên li Ewropayê pêk hatiye heye. Em di vê mijarê de dîsa bang dikin; DAIŞ mirovan li ser navê ol qetil dike, Îran li ser navê ol darve dike. Em bang li her kesî dikin ku bêdengiya xwe xera bikin û dengê xwe bilind bikin.

ÎRAN NEKARE KURDAN BIÇEWISÎNE

Li ser navê Komîteya KJAR a Elman Çile Hasanzade axaftinek kir û got ku Îran ji bo tirsê bike nava gelan rûyê xwe yê qirêj nîşan dide û got: “Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiyê pêk tîne lê sê hevalên me ji aliyê rejîmê ve tê darvekirin. Ji çar hevalên me agahî tine. Îran bi polîtîkayên xwe yên hov û îşkenceyê nekare Kurdistaniyan biçewisîne. Em ê her tim têkoşîna xwe bilind bikin û bersiv bidin.  Divê gelê Kurd û dostên Kurdan rêyê qirêj ê Îranê nîşanê cîhanê bide."

Kurd û dostên Kurdan ên li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê dijîn xwe amade dikin ku Îranê protesto bikin. Ji bo protestoyan di 26’ê Sibatê de (sibê) saet 17.00-18.00’an wê gel li ber Hildesheim Kaufhof bên cem hev.