Li gundên Helkanê, Neem El-Heyal, Heldana, Heswiya Biçûk ên herêma Til Hemîsê, di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar qewimîn. Hat ragihandin ku di pevçûnan de gundê Neem El-Heyal hatiye rizgarkirin û 42 çete hatine kuştin.
Operasyona ku YPG’ê li hemberî hewldanên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê, bi armanca parastina sivîlan li herêma Til Hemîs a başûrê Qamişlo dabû destpêkirin di 5’an de didome.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin şevê din li gundên Helkanê, Neem El-Heyal, Heldana, Heswiya Biçûk ên herêma Til Hemîsê, di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar qewimîn. Di pevçûnên ku heta serê sibehê dom kirin de, gundê Neem El-Heyal ji çeteyan hate rizgarkirin.
Di dema pevçûnan de çeteyekî DAIŞ’ê li gundê Neemê xwest ku li hemberî benda YPG’ê êrîşa xwekujî pêk bîne, lê şervan zû pê hesiyan û ew bê bandor kirin.
Di pevçûnan de li gundê Heswiyê 26, li gundê Neem El-Heyal 11 û li gundê Helkanê ji 5, bi giştî 42 çete hatin kuştin.
Li gundên Helkanê û Hisêwiya Biçûk jî pevçûn didomin.