Polîsê li kiryarê kuştina zarok Kazanhan mukur hat, serbest hat berdan

Polîsê Tevgera Taybet H.V. ê ji ber bûyera qetilkirina Nîhat Kazanhan ê 12 salî yê li Cizîrê hat girtin, dema got ku polîsê bi navê M.N.G. Kazanhan qetil kiriye, serbest hat berdan.

Polîsê Tevgera Taybet H.V. ê ji ber bûyera qetilkirina Nîhat Kazanhan ê 12 salî yê li Cizîrê hat girtin, dema got ku polîsê bi navê M.N.G. Kazanhan qetil kiriye, serbest hat berdan.

Der barê bûyera qetilkirina Nîhat Kazanhan ê 12 salî de, ku dema di 14'ê Çileyê de li navçeya Şirnex Cizîrê bi hevalên xwe re dilîst bi guleya li serî ket jiyana xwe ji dest da, piştî ku di lêkolîna mufetîşên Wezareta Karên Hundir de polîs ji bûyerê berpirsyar hatin girtin, polîs H.V. ê li Şaxê Tevgera Taybet a Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê wezîfedar di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê de weke gumanbar hat binçavkirin. H.V. ku di roja bûyerê de ji bo wezîfeya demî hat Cizîrê û di ekîba li Cizîrê de cih girt, paşê bi sûcê 'kuştina zarok bi zanebûn' hat girtin. H.V. ku hefteyek piştî bûyerê hat girtin û bi hinceta ewlekariyê ew rakirin Girtîgeha Meletiyê, paşê dema der heqê bûyerê de li rastiyan mukur hat, serbest hat berdan. Polîsê Tevgera Taybet M.N.G. ku polîs H.V. di îfadeya xwe de diyar kir ku gule berdaye Nîhat Kazanhan û ew qetil kiriye, li Enqereyê hat girtin.

'QALIKÊN VALA LI HEWŞA QEREQOLÊ XIST BINÊ AXÊ'

H.V. ku der barê bûyerê de li Dozgeriya Komarê ya Cizîrê û Dadgeha Ceza ya Sûlhê îfade da wiha axivî: 

"Di roja bûyerê de bi hevalên xwe U.Î., O.Ç. û M.N.G. re me li Qereqola Hayatî Bîlgîn dest bi wezîfeya xwe kirin. O.Ç. bi bikaranîna çeka li wesayîtê, U.Î. weke ajokarê wesayîta bi navê cobra û amîrê personel, ez û M.N.G. jî weke personel wezîfedar bûn. Dema çûm wezîfeyê min tivinga nêçirê ya bi navê shotgun ku Midûriyeta Tevgera Taybet a Mêrdînê da min lê belê hemû hevalên min dikarîbûn bikar bînin û 25 fîşekên wê yên 12 kalîbreyî, min li gel xwe bir. Her wiha li em min singsauer a bi kêrî avêtina gaz a 37 - 38 mm'yî dihat, hebû. Wekî din li cem min û cem hevalên min debanceyên şexsî jî hebûn. Li cihê wezîfeyê carekê zarokek hat cem me û sohbet kir. Dûre komek ji 10-15 zarokan kevir avêt me. Amîrê me U.Î. ji min û M.N.G. xwest ku em gazê biavêjin aliyê zarokan. M.N.G. li aliyê çepê ê wesayîtê bû. Li serê min kumekî reş hebû. M.N.G. gaz avêt zarokan. Piştî vê, M.N.G. hat pişt wesayîtê û rahişt tivinga nêçirê. Piştî ku çeka xwe danî, derbasî pişt min bû, aliyê rastê yê pêşiya wesayîtê. Ez jî, ji bo kontrolkirinê çûm aliyê M.N.G. Min gaz avêt aliyê zarokan. Dûre M.N.G. bi tivingê bêyî nîşanê bigire gule berda aliyê zarokan, 3-4 caran gule berda. Dema M.N.G. gule berda, li serê wî kumekî reş hebû. Piştî ku gule berda, zarokekî li aliyê din ê rê ket erdê. Min û U.Î. bi zelalî dîtin ku M.N.G. gule berda û zarok ket erdê. O.Ç. jî ji kamerayê bi zelalî dît ku çawa zarok ket erdê. U.Î. ji M.N.G. re got, 'bernede bernede, te çi kir.' Dûre du kes çû cihê zarok lê ket erdê. Yekî jê rahişt zarok û çû. Di wê kêliyê de M.N.G. çeka di destê xwe de danî û em jî vegeriyan qereqolê. Lê min nedît ku M.N.G. çawa vegeriya qereqolê. Piştî em vegeriyan amîrê me yê personel, bi kesê ji me berpirsyar re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê, M.N.G. bi maskeyekê rûyê xwe girt û çû nuqteya gule lê berda. Ji vê derê kapsulên gazê yên me bi langher avêt û qalikên fîşekê yên bi tivingê avêt, anî û li cihekî vala yê li nava qereqolê xist binê erdê."
 
LI DÛ CÎNAYETÊ CIVÎNA LI QEREQOLÊ

H.V. diyar kir ku piştî bûyerê ew bi amîrên xwe re li hewşa qereqolê civiyane û got, "Piştî vegotina detayên bûyerê, tivinga min û fîşekên mayî radestî hevalên wezîfedar hatin kirin. Piştî ku di 19'ê Çileyê de wezîfeya me qediya, em vegeriyan Mêrdînê. Piştî dest bi wezîfeyê kir, min tivinga nêçirê ya xwe radestî hevalê wezîfedar ê li depoyê kir. Hem ji bo hevalê me M.N.G. neşewite hem jî zerar negihêje hevalekî di ekîbê de min ev îfade da. Dema ez hatim girtin, her tişt guherî. Ji ber ku em difikirîn ku di vê dosyayê de wê kesek neyê girtin. Ji ber sûcekî ku min nekiriye, ez li girtîgehê me. Ji ber vê yekê min îfadeya xwe guhert û ji her alî ve min bûyer ji we re vegot. Min Nîhat Kazanhan nekuşt. Kesê ji kuştina Nîhat Kazanhan berpirsyar e  M.N.G. ye. Ji ber ku min bi bûyerê dizanîbû û di roja destpêkê de negot, ez poşman im." H.V. li ser vê îfadeyê hat berdan. Polîsê Tevgera Taybet M.N.G. ê H.V. di îfadeya xwe de got ku wî Nîhat Kazanhan kuştiye, li Enqereyê hat girtin.