Sîdo: Divê Tirkiye deriyê sînor veke

Nûnerên Komîteya Gelên di bin Zextan de ya HRW a Rojhilata Navîn Kemal Sîdo da zanîn ku divê Tirkiye deriyê xwe yê sînorê Rojava veke.

Nûnerê Komîteya Gelên di bin Zextan de HRW ya Rojhilata Navîn Kemal Sîdo got: “Helebiyan hemûyan koçî kir û hatin Efrînê. Dewleta Tirk sînor digire, lê kesên çekdar ên ji her çar aliyê cîhanê tên ji bo gelê me bikujin derbas dikin. Ji bo xurek neyê vê herêmê sînoran digirin, venakin.

Sîdo ku ji Efînêye û 35 sal e ji wir derketiye, niha bi saziyên civaka sivîl a Elmanyayê re dixebite. Kemal Sîdo ku Nûnerên Komîteya Gelên di bin Zextan de HRW ya Rojhilata Navîn e ji ANF’ê re axivî.

Piştî şoreşê cara yekem hûn tên Rojava, çavdêriyên we çi ne?

Ji ber şer gel xizan ketiye. Buhabûn zêde ye. Welat parçe bûye û bi taybet jî kêmar di bin zextan de ne. Mînak Heleb bê Ermenî ma. Hêzên çekdar êrîşî Kurdên Kobanê kir.  Aliyên Efrînê jî digirin û ketina wan asteng dikin.

Hemû Halebiyan koçî Efrînê kir. Dewleta Tirk sînoran digire.  Lê destûrê didin ku kesên çekdar derbas bibin û gel bikujin.  Ji bo xurek nekeve herêmê deriyan digirin. Rewş tevlîhev e.

Hûn rewşa Rojava çawa dinirxînin?

Di 2011’an de min got ku navê gelek gundan kirine Erebî û divê vê carek din li Kurdî vegerînin. Wê demê digotin wê rejîm te bike girtîgehê. Niha dibînim ku nav dîsa li Kurdî wergerandine. Ev pêşketinek baş e. Bila rejîm vê qebûl bike, em li gorî pêkanînên wan neçin.  Qanûn bi Kurdî hatine nivîsin, perwerde bi Kurdî tên dayîn. Dibe ku hikûmet vê qebûl neke. Çi ji destê me bê divê em bikin, divê em ne li benda biryarê wan bin. Ji ber ku ger em li bende biryarê wan bin wê 100 sal derbas be. Çi hewce be divê îro em bikin.

Di rewşa heyî de tişta ku erênî em nîqaş dikin rêveberiya Efrîn, rewşa li Kobanê û gelên kêmar ên li Cizîrê ne. Pêkanîna li ser kêmarên ku hatine herêma Kurdan ji bo me girîng e. Dema Ereb, Xiristiyan û Elewî ji vir derbas dibin hûn çi bi wan dikin. Rêveberiya Rojava baş nêzî wan dike, cudakariyê nake. Pozîtîf e. Em Kurd ji vê serbilind in.

Aliyê ku bê rexnekirin ev e ku di navbera Kurdan de têkiliyek baş û piştevanî tine. Ev jî rê li ber pirsgirêkan vedike.  Ewropa dibîne ku Kurd wek hev nafikirin û ji ber vê cuda nêz dibe û nabe alîkar. Ji ber ku eniya Sûriyeyê ne yeke belave welat mahf kirin. Dema Kurd ne yek bin tiştên neyênî dertên holê. Ev rewş dubare dibin.  Di vî alî de gazincên me hene. 

Di rêxistina mafê mirovan de çend caran banga vekirî hat kirin û heyet hatin dawetkirin?

Em vê rewşê dişopînin. Human Rights Watch nehat Efrînê lê çû Cizîrê. Nuqteyên negatîf û pozîtîk anîn ziman. Ji bo derbasbûna Efrînê ev sê sal e em serî li rayedarên Tirk didin. Ji Cemîl Çîçek bigire heta gelek kesan me serlêdan kir û me xwest li Meydan Ekbez an jî Hemam deriyekî sînor bê vekirin. Ji bo gel bi rehetî biçe û bê me xwet korîdor ji bo Kobanê û Cizîrê bê vekirin.  Niha partiyên SDU, SPD,Partiya Çep û Keskan ên parlamentoya Ewropayê xebatan dimeşînin.  Ez niha serdanên fermî çênakim.  Ez geşedanan dişopînim. Divê ew bên gel bibînin û raporê amade bikin ku bibin alîkar. Niha elektîrîka vir pirsgirêkek mezin e.

Di salekê de 11 kes li sînor hatn kuştin. 20 kes birîndar bûn. Di vê mijarê de wê tiştek bê kirin?

Ev du sal e em hewl didin li xeta sînor a Efrînê deriyek bê vekirin. Ji bo li Kobanê û Dirbesiyê yan jî Qamişlo derî vebe, em dixebitin. Lê mixabin dîwar danîn pêşiya me. Helwesta dewleta Tirk negatîf bû. Ya Sûriyeyê negatîf bû. Hêviya min ev e ku Tirkiye di vekirina derî de hinek nermtir bûye. Em bi Cemîl Çîçek re axivî bi Ensarîoglu re axivîn. Em her tim israr dikin.

Hûn ê dozê kuştin û birîndarên sînor bişopînin?

Em li ser vê hê nexebitîne. Ger lîsteya kesên mirine û birîndar bûne ji me re bê şandin em dikarin ji ser aliyê hestiyar ên parlamentoya Ewropayê bişînin ji dewleta Tirk re.”