Ji artêşa Tirk bombebaran
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bombebarana li dijî Herêmên Parastinê yên Medya berdewam dike.
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bombebarana li dijî Herêmên Parastinê yên Medya berdewam dike.
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medya bombebarana topan berdewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku topvanên Tirk li dijî herêmên gerîlayan êrîşên xwe didomînin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de der barê operasyon û bombebaranan de wiha got:
“24’ê Sibatê saet di 06.00’an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê û girê Mamreş ê di bin kontrola artêşa TC ya dagirker de ye, leşkerên Tirk operasyonek daye destpêkirin. Leşkerên li du milan veqetiyan li mintikayên Berbenda Kevot, Museka û Bêrox kemîn danîne. Saet 17.00’an operasyona aliyê Kevot hatiye vekişandin û aliyê din jî li eraziyê bi kemînan berdewam kiriye.
24’ê Sibatê saet di 09.30-11.00’an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê Qereqola Mamreş û Girana Tepê Ronahî û derdora wê topbaran kiriye.
24’ê Sibatê saet di 08.30-10.00’an ji qereqolên Sînek û Yekmal ên di bin kontrola TC û di xeta sînor a Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, li dijî Girê Gomme, Girê Hestiya, Girê Şehîd Denîz, Girê Zeytuna, Berbenda PKK û Dola Silê bi obus û hewanan bombebaran pêk hatiye. Dîsa saet di navbera 14.30- 16.00 û 19.00-22.00’an de ji qereqola girê Meymun li dijî herêma Şehîd Kendal êrîş pêk hatine.”
KEŞF DIDOMIN
HPG’ê diyar kir ku xebatên keşfê didomin û wiha berdewam kir: “24’ê Sibatê saet di navbera 21.00 û 25’ê Sibatê (îro) saet di navbera 04.00’an de ji Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zapê ji aliyê artêşa TC ve bi balafirên şer xebatên keşfê hatine kirin.
Di 24’ê Sibatê de ji ser herêma Metîna saet di navbera 20.00-21.00’ê de, ji ser xeta sînor a herêma Heftanînê jî di 24’ê Sibatê de saet di 19.00’an de û di 25’ê Sibatê de saet di 02.00’an de xebatên keşfê hatine meşandin.”