Li Bismilê 3 girtin, li Êlihê 10 binçavkirin
Li navçeya Amed Bismilê ji 6 kesên pêr hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin. Li Êlihê jî 10 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Amed Bismilê, 6 kesên pêr di serdegirtinên hevdemî yên li taxên cuda de hatin binçavkirin, li dû kar û barên li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, duh derketin pêşberî edliyeyê. Piştî lêpirsîna Dozgeriya Komarê welatiyên bi navê Yûsûf Başkan, Omer Farûk Yilmaz û Nûrûllah Ateş hatin berdan, Omer Şîmşek, Berat Yavûz û Cîhan Ayverdî bi îdîaya 'endam ji rêxistinê re peyda kirine' bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî ew girt û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi cih kir.
LI ÊLIHÊ 10 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Êlihê jî polîsan danê vê sibehê avêtin ser gelek malan û di serdegirtinan de M.D. ê biçûkê 18 salî ye, Mizgîn Erdogan û Nûrettîn Demîrel tevî 7 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.