Aslan bi dirûşman tevlî karwanê nemiran bû

Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ku yek ji neferên enternasyonalîst ê berxwedana Kobanê bû, li Eniya Başûr li gundê Cedê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi dirûşman tevlî karwanê nemiran bû.

Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ku yek ji neferên enternasyonalîst ê berxwedana Kobanê bû, li eniya başûr li gundê Cedê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi dirûşman tevlî karwanê nemiran bû.

Şervanên MLKP’î Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) li eniya başurê Kobanê li gundê Cedê di pevçûneke ku derket de wek şervanê MLKP’î Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Qizilbaş), Sîbel Bûlût (Sarya Ozgur) û Oguz Sarûhan nemir bû. Di pêvajoya ku êrîşên DAIŞ’ê destpê kir de, Aslan ê ji Dêrsimê tevlî berxwedana Kobanê bû û piştî azadkirina Kobanê di rizgarkirina gundên Kobanê de di eniya herî pêş de cih girt. Aslan ku herî dawî çû eniya başûr û li gundê Cedê bi çeteyan re ketin pevçûnê û di eniya herî pêş de û heta dawiyê li ber xwe da bi dirûşman bû nemir.

Şervana MLKP’ê Arjiyan Rûmet ku bi Aslan re di heman mewziyê de cih girt û dema jiyana xwe ji dest da ligel wî bû, diyar kir ku ew li gundê Cedê ji aliyê YPG û YPJ’ê ve hatibû rizgarkirin bi 6 şervanan re mewzî girtine û ber bi sibehê DAIŞ ket gund û çawa ku çete ferq kirin pevçûnan destpê kir. Rûmet bi lêv kir ku ji ber ku cihê lê bûn bi xeter bû ji wê nuqteyê veqetiyane û derbasî mewziyek din bûne û got: “Di dema ku pevçûn dijwar bû, min bombeya destan a di destê min de bû da Aslan. Wê demê  min bi çeka xwe parastina wî kir. Hevalê Elîşêr dema ku bombeya destan avêt, dirûşma ‘Îbo, Haydar, Zulfîkar desthilatdarî di lûleya de ye’ berz kir. Di wê demê de min sirûda Rojava xwend. Ne tenê bi çekan bi dirûşma xwe jî şer dikir.”

ÇEKA ELÎŞÊR GIRT Û PEVÇÛN BERDEWAM KIR

Rûmet bi lêv kir ku Aslan piştî bombe avêt, guleyek li serê Aslan ketiye û di wê navberê de jiyana xwe ji dest da û got: “Bêhna xwe digirt û dida. Lê piştî ku dît ku ji serê xwe birîndar bûye gihişt şehadetê. Min hema çeka wî girt û pevçûn berdewam kir. Piştre me Elîşêr bi hevalên din re sed-du sed metre wê de bir. Piştre me li wesayîtê siwar kir û em ji wir derketin.  Aslan heta dawiyê mewziya xwe terk nekir. Ev ji bo me bû moral û hêzek mezin.”

HER TIM DI ENIYA HERÎ PÊŞ DE BÛ

Rûmet destnîşan kir ku Aslan ji destpêka şerê bajar li Kobanê bû û wiha berdewam kir: “Hevalê Elîşêr kesekî aktîf û berxwedêr bû. Dema bombeya xwe davêt dijmin bi ken davêt. Her tim li eniya pêş bû.  Baweriya wî ya mezin a berxwedanê hebû. Dema cihek bihata azadkirin ji bo cihekî din xwe amade dikir.”

Rûmet wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aslan çekên giran bikar dianî. Ji bo ku zêdetir bi bandor be çekên giran dibir mewziya herî pêş. Berê doçkayê dida dijmin. Ya ket tenê bedena wî bû. Wî cesaretek mezin da me. Em ê ji vir şûn ve bi çeka wî serbilind bin. Çeka hevalê me neket. Berê tivinga hevalê Elîşêr wê li ser dijmin be.”