Ji bo sê şoreşgerên jin carek din edalet hat xwestin
Ji bo sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin her hefte çalakiya edaletê pêk tê û duh jî berdewam kir. Di çalakiyê de rejîma Îranê hat protestokirin.

Ji bo sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiya edaletê ya her hefte pêk tê vê hefteyê jî berdewam kir. Çalakiya bi pêşengiya Ciwanên Azad a Frankfurtê pêk hat, li ber Sefaretxaneya Fransayê ya Bokunhaîme Warte destpê kir. Pankarta ‘Me komkujiya Parîsê ji bîr nekiriye, em ê ji bîr nekin’ hat vekirin û jinan wêneyên her sê şoreşgerên jin ên Kurd hildan. Dirûşmên, ‘Sakîne, Fîdan, Leyla dijîn’ hatin gotin û her wiha darvekirina siyasetmedarên Kurd ên li Îranê jî hat protestokirin.