Aslan ê MLKP'yî û Ertan ê YPG'yî wê li kêleka hev bên veşartin

Cenazeyên Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ê MLKP'yî û Ozgur Ertan (Egîd Rojhilat) ê YPG'yî yên di dema operasyona paqijkirin Kobanê ji çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, li Edeneyê îro ber bi rêwîtiya bê dawî ve tên oxirkirin.

Cenazeyên Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ê MLKP'yî û Ozgur Ertan (Egîd Rojhilat) ê YPG'yî yên di dema operasyona paqijkirin Kobanê ji çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, îro li Edeneyê bi dirûşmên "Bijî PKK, bijî MLKP" ber bi rêwîtiya bê dawî ve tên oxirkirin

Cenazeyên Aslan û Ertan duh êvarê anîn Edeneyê. Cenazeyê Aslan li Mala Cem a Şakîrpaşa û cenazeyê Ertan jî li mala malbatê ya li Gulbahçe hat sekinandin.

Endamên ESP'ê yên ji derveyî bajêr duh ketin ser rê, konê serxweşiyê yê li ber mala Aslan hat vedan, ziyaret kirin. Dûre bi dirûşman ber bi Mala Cem ve meşiyan.

Di dema meşê de dirûşmên "Şehîd Namirin", "Emre Aslan nNamire", "Emre Aslan dijî, komunîst şer dikin", "Ji bendan heta eniyê MLKP" hatin qîrîn.

Di merasîmê de li gel malbatên Aslan û Ertan endamên ESP, HDP, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Fethiye Ok, Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Meral Tatar û ÎHD'yî amade ne.

Cenazeyê Aslan wê saet di 12'an de ji Mala Cem a Şakîrpaşa were girtin û ji bo wergirtina helaliyê destpêkê wê bînin ber mala malbatê.

Dûre wê cenazeyên Aslan û Ertan li qada gogê ya Gulbahçe bînin cem hev û bibin Goristana Kuçukova. Cenazeyên Aslan û Ertan ên li Kobanê di heman rojê de jiyana xwe ji dest dan, wê li kêleka hev werin veşartin.