Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MFS), der barê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundên Suryaniyan de destnîşan kir, ku heta hemû gund werin rizgarkirin û herêm ji çeteyan bê paqijkirin, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MFS) diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Xabûrê, ji ber serketina hêzên YPG’ê yên li başûrrojhilatê bajarê Qamişlo li dijî çeteyan pêkhatiye û bang li welatiyên Suryanî kir ku bi gotegotên reşkirinê neyên xapandin.
Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan wihaye:
“Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan û hêzên YPG’ê di 22’ê Sibatê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Til Hemîsê operasyonek lidar xistin. Di encam de bi dehan gundên heman herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin.
Ji ber serketinên şervanên azadiyê li herêma Til Hemîsê, çeteyên DAIŞ’ê di 23’ê Sibatê de êrîşî gundên herêma Xabûr a Til Temir kirin. Piştî şer û pevçûnên giran û berxwedana şervanê MFS’ê û Zîrevanên Xabûrê li hemberî DAIŞ’ê 3 şervanên me birîdar bûn û hin ji endamên Zîrevanên Xabûrê jî birîndar bûn. Her wiha 4 şervanên me ku di gundê Til Hirmiz û gundên din de li ber xwe didan çarenûsa wan nehat zanîn, dagirkirina gundê Til Hirmiz ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dibe ku li wir şehîd ketibin. Li gel van geşedanan, MFS’ê, YPG’ê û hêzên Sotoro hêzên alîkar ji herêma Xabûr re şandin. Li aliyekî din bi sedan welatiyên herêmê neçarî koçberiyê bûn.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şer û pevçûnên li herêmê hîn berdewame û wiha hat gotin: “Şer hîn berdewame, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Parazvanên Xabûr û hêzên Sotoro pêşketina çeteyên DAIŞ’ê dan rawestandin û ne hiştin ku herêmên din dagir bikin. Em ê heta rizgarkirina hemû gundan û vegera welatiyan a malên xwe têbikoşin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bang li hemû gelê herêmê kir ku ji gotegotên bi armanca têkbirina vîna gelê herêmê têne kirin, bawer nekin û got: “Em bang li hemû gelê xwe dikirin ku guh ne din gotûgotên bi armanca têkbirina vîna gelê me pêk tên. Di vê demê de pêwîstiya me heye ku em yek destî li dijî êrîşên hovane derkevin.”