Bayik: 'Qanûna Ewlekariya Hundir' qanûna serbestiya qetilkirina sivîlan e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku 'Qanûna Ewlekariya Hundir' a AKP'ê hewl dide derxîne qanûna serbestiya qetilkirina sivîlan e û got, "Ev qanûn ji dijwarkirina pevçûnan pê de ti encamê nade."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku 'Qanûna Ewlekariya Hundir' a AKP'ê hewl dide derxîne qanûna serbestiya qetilkirina sivîlan e û got, "Ev qanûn ji dijwarkirina pevçûnan pê de ti encamê nade." Bayik diyar kir ku AKP nikare bi qanûnên bi vî rengî pêşî li têkoşîna Kurdan bigire.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de bal kişand ser 'Qanûna Ewlekariya Hundir' a AKP hewl dide derxîne û diyar kir ku AKP bi vê yekê re nîşan dide ku amadekariya şerekî dijwar li hemberî Kurdan dike.

Bayik da xuyakirin ku ev qanûn wê berxwedanên ji yên 6-8'ê Cotmehê dijwartir bîne rojevê û got, "AKP bi van qanûna nikare rê li bûyerên mîna 6-8'ê Cotmehê bigire. Hikûmeteke ku naxwaze bûyerên mîna 6-8'ê Cotmehê rû bidin, diviyabû gavên demokratîkbûnê biavêje, pirsgirêka Kurd çareser bike û sedemên berxwedanê ji holê rabike."

Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:

"Hikûmeta AKP'ê hewl dide faşîzma ku darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê nikarîbû bi sazî bibe, dixwaze bi 'Qanûna Ewlekariya Hundir' bigihînê encamê. Dîroka Komara Tirkiyeyê di esasê xwe de dîroka faşîzma sazîbûyî ye. Hikûmeta AKP'ê dixwaze vê sîstema faşîzan a sazîbûyî dijwartir bike. Anîna vê qanûnê nîşan dide armanceke AKP'ê ya demokratîkbûn û çareserkirina pirsgirêkên bingehîn tine ye.

'ARMANC NE ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E, ÇEWISANDIN E'

Li Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka Kurdan û Elewiyan, qadên pirsgirêkên bingehîn tenê bi demokratîkbûnê dikarin çareser bikin. Dewleta Tirk ji bo Kurd jê sûdê wernegerin ti gavên demokratîkbûnê neavêtine. Her wiha ji bo sîstema tevkujiyê ya li ser Kurdan bidomîne pêwistî bi qanûnên nû yên zextê dibîne. 'Qanûna Ewlekraya Hundir' a dawî ji qanûnên sirgûn û sansurê yên salên 1990'î bi sed qatî xwedî karaktereke faşîst e. Dîsa tê wateya dijwartirkirina  qanûna qaşo 'têkoşîna li dij terorê' ya di sala 2006'an de hatibû berfireh kirin. Ev jî piştrast dike ku hedefa wan ne çareseriya pirsgirêka Kurd e, çewisandin e. Naxwe di pêvajoyeke ku hevdîtin li Îmraliyê pêk tên û tê gotin pêvajoya çareseriyê heye de pêdivî bi derxistina qanûnên bi vî rengî nebû. Di demeke ku qanûnên wisa tên derxistin de kî bawer dike ku AKP wê pirsgirêka Kurd çareser bike?

'AKP DIBÊJE EZ Ê ÊRÎŞÎ TE BIKIM, TU NE RÛYÊ XWE BIGIRE, NE JÎ XWE BIPARÊZE'

AKP, bi qanûnên ku derdixe; bi zelalî radixe ber çavan ku ne çareseriya pirsgirêka Kurd berevajî li dij Kurdan amedekariya şerekî dijwartir wê bide meşandin. Bi vî awayî hikûmeta AKP'ê dibêje; "Ez ê êrîşî te bikim, lê tê ne rûyê xwe bigire ne jî bi amûrekê karibe xwe biparêze." Mîna çek hesibandina molotofê tê vê wateyê. Ji ber ku ya êrîşê dibe ser her mitîng û çalakiyê û ciwanan neçarî xwe parastinê dike hêzên hikûmeta AKP'ê ne. Aşkera ye ku ev qanûn ji bo bi dijwarî çewisandina serhildan û xwepêşandanên demokratîk ên gelê Kurd in. Lê belê dewleta Tirk ku ev 40 sal e hewl dide berxwedana gelê Kurd bişkîne wê bi van qanûnan jî nikaribe pêşiya têkoşîna gel bigire. Ji ber ku AKP nafikire pirsgirêka Kurd çareser bike û gavên demokratîk biavêje, qanûnên êrîşê zêde dike; Tirkiyeyê werdigerîne dewleta polîsan. Di warê bûyina dewleta polîsan de Tirkiye ji bo tevahiya cîhanê minaka herî berbiçav e. Ji xwe wateya dewleta polîsan li dij gel meşandina şer e. AKP bi têgihiştina dijminê hundirîn êrîşî hemû derdorên muxalîf dike. Ji bo li dij gel xwe biparêze bi rêbazên faşîzan hewl dide zirxekî ava bike. 

'EV QANÛN, ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ JI BO GELÊ KURD WEKE BIJARKA BI TENÊ DIHÊLE'

AKP bi vê qanûnê re li ser gelê Kurd şer ferz dike. Bi qedexekirina rûpêçandin û molotofê, berxwedana çekdarî rewa dike. Ev qanûn ji bo gelê Kurd şerê gel ê şoreşgerî mîna bijarka bi tenê dihêle. Ji derxistina van qanûnan a dewleta ku pirsgirêka Kurd çareser nake ji vê encamê pê diştekî din nayê derxistin. Ev qanûn mîna banga 'ne molotofan , çekan bikar bînin' e. Di rewşa ku molotof weke çek bê nirxandin de, li dij êrîşan ciwan jî wê ne molotofan çekan bikar bînin. Li dij êrîşan dema pêwistî bi amûreke xweparastinê hebe gelê Kurd û ciwan wê çi bikin? Li gora ku Kurd li dij êrîşên çewisandinê wê serî netewînin, ev qanûn ji dijwartirkirina pevçûnan pêde ti encamê nade. Her wiha heger hikûmeta AKP'ê dibêje "kesî din nikarîbû lê min Kurd çewisandin" wê demê xwe dixapîne. 

'EV QANÛN WÊ BERXWEDANÊN JI YA 6-8'Ê COTMEHÊ DIJWARTIR BÎNE ROJEVÊ'

Ev qanûn serhildan û berxwedana Kurdan ji yên salên 1990'î rewatir dike. Li gor ku polîtîkaya çareseriya pirsgirêka Kurd tine ye, AKP xwe ji bo zêdetir êrîşan amade dike. Dibe ku di salên 1990'î de şert û mercên çareseriya pirsgirêka Kurd ew qas pêkan nebûbûn.  Di vê demê de civaka Tirkiyeyê jî çareseriyê dixwaze, lewra polîtikayên neçareseriyê yên AKP'ê wê berxwedana gelê Kurd meşrûtir bike. Ev qanûn wê berxwedanên ji ya 6-8'ê Cotmehê dijwartir bîne rojevê. AKP bi van qanûna nikare rê li bûyerên mîna 6-8'ê Cotmehê bigire. Hikûmeteke ku naxwaze bûyerên mîna 6-8'ê Cotmehê rû bidin, diviyabû gavên demokratîkbûnê biavêje, pirsgirêka Kurd çareser bike û sedemên berxwedanê ji holê rabike. AKP sedemên berxwedanê ji holê raneke, wan bihêztir û meşrûtir dike.  

'DI DÎROKA TIRKIYEYÊ DE TI SIYASETMEDARΠBI QASÎ ERDOGAN YEK NETEWE, YEK WELAT BIKAR NEANIYE'

AKP bi vê qanûnê berxwedana gelê Kurd ji ya salên 1980 û 1990'î rewatir dike. Gotinên hin derdoran yên mîna 'li Tirkiyeyê demokrasî û siyaseta demokratîk heye, di pirsgirêka Kurd de gavên girîng hatin avêtin' xapandin in. Ji hin tiştên demborî, demagojîk û eklektîk ên li hember berxwedana gelê Kurd mîna şerê psîkolojîk tînin rojevê pê de ji bo çareseriyê gaveke bi tenê jî nehatiye avêtin. Sîstema tevkujiya çandî di bingeh û cewherê xwe de didome. Her wiha sîstema tevkujiya çandî bi amûrên nû hatiye berfirehtirkirin û kurrtirkirin. Bi cewherî polîtîkaya yek netewe, yek welat didome. Di dîroka Tirkiyeyê de mîna Tayyip Erdogan siyasetmedarekî din tineye ku yek milet yek welat bikar tîne.  AKP'ya ku Kurdên li derveyî sînorên xwe hewl didin jiyaneke azad û demokratîk biafirînin, hê jî mîna terorîst bi nav dike, wê bi ti awayî nikaribe pirsgirêka nava xwe ya Kurd çareser bike. Deshilatdariyeke ku vekirî dibêje ew ê statuya Rojava qebûl neke nikare pirsgirêka Kurd çareser bike.  

'QANÛNA EWLEKARIYA HUNDIR QANÛNA SERBESTIYA QETILKIRINA SIVÎLAN E'

Tevî ku tirba Suleyman Şah bi alîkariya PYD'ê hate veguhestin jî Serokwezî Davutoglu îdîa dike ku wan PYD'ê tehdît kirine da windahiyên sivîl pêk neyên. Yanî dixwaze bêje ku ji PYD'ê re gotine eger hûn nebin alîkar emê Kobanê bombebaran bikin û sivîl wê werin kuştin û bi vî rengî derbas bûne. Ha ji were hikûmeta AKP'ê! Em bi hikûmeteke ku vekirî qetilkirina sivîlan jî diparêze re rû bi rû ne. Ji xwe 'Qanûna Ewlekariya Hundir' qanûna serbestiya qetilkirina sivîlan e. Bi vê têgihiştinê gelo pirsgirêka Kurd dikare were çareser kirin!"