Leşkeran li Şemzînanê êrîşî gundiyan kirin

Li gundê Çemekûrkê yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê leşkeran bi îdîaya bazirganiya sînor dikin bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî gundiyan kirin.

Li gundê Çemekûrkê yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê leşkeran bi îdîaya bazirganiya sînor dikin bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî gundiyan kirin. Hat ragihandin ku yekîneyên leşkeran bi wesayîtên zirxî gund dorpêç kirine, di encama êrîşa leşkeran de welatiyê bi navê Mesût Ekîncî bi bombeya gazê ji lingê birîndar bûye. Welatiyên birîndar ji ber leşkeran ketin û derketina gund qedexe kirine nekarin bibin nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku welatiyê bi navê Celal Ekîncî jî ji serê xwe û leşkerek jî bi sivikî birîndar bûye. Ji ber ketin û derketina gund hatiye qedexekirin, der barê kesên din birîndar bûne yan jî hatine binçavkirin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di bûyerên ku welatiyan bi keviran bersiv dane leşkeran de pevçûnên li gund didomin.

Berî niha jî li gundê Mavan ê girêdayî navçeyê 26’ê Çileyê, ji ber gundiyan destûr neda leşker bikevin nav erdên wan ên tapokirî alozî derketibûn. Nejdet Yaman (26) ê leşkeran birîndar kiribû, ji ber dereng rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.