Hevşaredara Mêrdînê: Vê qîrînê êdî bibihîzin!
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay got, "Qîrîna Êzidiyan, Suryaniyan, Tirkmenan, Kakaiyan, Şebekan êdî bibihîzin. Ji bo ev mirov rizgar bibin çi pêwîst be divê em bikin."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay, der barê êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî de civîneke çapemeniyê lidar xist.
'ZÊDEYÎ 350 SURYANÎ Û 70 ŞERVAN REVANDIN'
Akay ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê komkujiyê tîne serê tevahiya mirovahiyê, qîma xwe bi vê ve jî nîne hemû berhemên li Pirtûkxaneya Mûsilê xera kirine û got, "Di rojên dawî de bi êrîşên xwe yên li hemberî herêma Xabûrê re zêdeyî 350 Suryanî û bi qasî 70 şervanên me revandine. Em hejmara mirî û birîndaran nizanin. Ji gundên hatin valakirin zêdeyî 3 hezar kes neçar man xwe li Qamişlo û Hesekê bigirin."
'ÊDÎ VÊ QÎRÎNÊ BIBIHÎZIN, ÇI PÊWÎST BE DIVÊ EM BIKIN'
Akay da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê piştî têkçûna xwe ya li Kobanê ji bo êrîş bike dor li xwe fireh kiriye, lewma divê tavilê bên sekinandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Vê qîrîna ji Rojhilata Navîn bilind dibe êdî bibihîzin. Qîrîna Êzidiyan, Suryaniyan, Tirkmenan, Kakaiyan, Şebekan êdî bibihîzin. Ev barbar gelan, dîrokê û çandan qetil dikin. Li Mûsilê dêrên me hatin şewitandin, pirtûkxaneyên me hatin şewitandin. Yek ji gundên hat dagirkirin ku xwedî dêrên ji dîroka sedan salî bi temamî hat hilweşandin. Jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin li bazarên koleyan hatin firotin. Ji bo dîrok, çand û ev mirov rizgar bibin, çi pêwîst be divê em bikin."