Anli: Efrînê tenê nehêlin

Hevşaredarê bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku çû serdana Kantona Cizîrê diyar kir ku Efrîn ji ber dorpêçkirinê di nava zehmetiyên cidî de ye û divê kontona di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de bûye model tenê neyê hiştin.

Hevşaredarê bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku çû serdana Kantona Cizîrê diyar kir ku Efrîn ji ber dorpêçkirinê di nava zehmetiyên cidî de ye û divê kontona di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de bûye model tenê neyê hiştin.

Anli bi heyeta ku ligel xwe çû Kantona Efrînê di mijara serdan û çavderiyên xwe de daxuyaniyek da. Anli da zanîn ku ew ji serdanê gelek kêfxweş bûne û serdana wan a ji bo vê erdnîgariya ku yek cihên herî xweş a Kurdistanê ye ji ber sedemên cuda dereng ketiye û got ku piştî serketina Kobanê hatine herêmê.

Anli da zanîn ku ew dixwazin tecrûbeyên rêveberiyên herêma Kurdistanê ji veguhezînin Efrînê û got: “Lê me dît ku li Efrînê pergal guheriye. Têkoşîn pêş ketiye. Xwe rêxistin kirine. Vê jî wê kantonên me bi me re parve bike.”

SÎNOR BÊ WATE BÛN

Anli destnîşan kir ku her çar parçeyên Kurdistanê roj bi roj hev û din zêdetir nas dike û hembêz dike û got: “Ev bi berdêlên hatine dayîn pêk hatiye. Şehîdên me ji zû ve sînor rakirine. Ciwanên me yên Bakur diçin Başûr, ên Başûr diçin Rojhilat, ên Rojhilat diçin Rojava û şehîd dikevin. Gelek mînak hene. Bi vê têkoşînê sînor ji xwe bê wate mane.”

JI BER DORPÊÇKIRINÊ ZEHMETÎ HENE

Anli bi lêv kir ku ew dizanin Efrîn di zorê de ye û hewl didin ku hikûmeta Tirk deriyekî fermî veke û got: “Em di mijara ku divê welatên Ewropa û rêxistinên navneteweyî li Efrînê biçin sazîbûnê û di mijarê bajarbûnê de xebatan wê bimeşînin. Em ê der barê  ku têkiliyên Kantona Efrînê û  welatên YE’yê pêş bikevin de xebatan bimeşînin. Ev serdan ji bo me destpêk e. Ji vir şûn ve em ê bi hevkariya sazî û şaredariyên xwe yên Bakur van serdanan zêde bikin.”

DIVÊ TIRKIYE JI ŞAŞIYÊ VEGERE

Anli wiha berdewam kir: “Divê li pêş avakirina Kobanê astengî neyên derxistin. Piştî serketina Kobanê divê Tirkiye dest ji siyaseta xwe ya şaş berde. Divê ji bo xwe tifaqa herî mezin û hevkarên herî mezin Kurdan bibînin.

KANTON JI BO CÎHANÊ BÛ MÎNAK

Berxwedana gelê Kurd a li Kobanê, li Efrîn û Cizîrê ji bo cîhanê bû mînak. Cîhanê dît ku ji bilî Kurdan kes li dijî DAIŞ’ê li ber xwe nade. DAIŞ’ê yekem car li Kobanê winda kir. Divê Efrîn tenê neyê hiştin û hêzên navneteweyî, sazî û deste piştgiriya xwe bidin Efrînê."

Anli di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ev serdana wan destpêk e û got ku Yekîtiya Şaredariyên Bakur  wê li ser projeyên hilberandina nû bixebitin. Anli ji bo Newroza 2015’an rêvebveriya Kantonê, malbatên şehîdan, sazî û  şaredarî dawet kir.