'Heta berxwedan bidome em ê rêzê nîşan bidin'
"Heta ku YPG û YPJ li wir şer bike, canê xwe bide em ê jî li vir tevlî çalakiya zincîra ji mirovan bibin û li pêşberî wan rêza xwe nîşan bidin."
"Heta ku YPG û YPJ li wir şer bike, canê xwe bide em ê jî li vir tevlî çalakiya zincîra ji mirovan bibin û li pêşberî wan rêza xwe nîşan bidin."
Welatiya bi navê Gul Çelîkaslan a ku li gundê Miseynterê yê Pirsûsê dijî, diyar kir ku bi avakirina jiyana komunal a li gundê wan re ew bûne xwedî pirtûkxane û ji bo çalakiya zincîra ji mirovan a her roj tevlî dibe got "Heta ku YPG û YPJ li wir şer bike, canê xwe bide em ê jî li vir tevlî çalakiya zincîra ji mirovan bibin û li pêşberî wan rêza xwe nîşan bidin."
Piştî ku li dijî Kobanê êrîşan destpêkirin li Pirsûsê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê çalakiya nobetê hate destpêkirin û nobeta ji roja destpêkê heta niha kete roja xwe ya 166. Li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên cîhanê ji gelek reng, nasname û nêrînan mirov herikîn ser sînor û tevlî nobeta sînor bûn. Gundiyên li ser sînor ên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê seferber bûn mînaka herî baş a madî û manewî ya piştevaniyê nîşan dan. Welatiya bi navê Gul Çelîkaslan a ku ji roja destpêkê heta niha di nava nobeta berxwedanê de cih digire û li gundê Miseyenterê dijî diyar kir ku ew ji ber jiyana komunal a li gundê wan hatiye ava kirin gelek kêfxweş in.
Çelîkaslan destnîşan kir ku şer herî zêde bandorê li zarokan dike û wiha dewam kir: "Piştî ku vî şerî destpê kir me dît ku psîkolojiya zarokên me û yên Kobanê xera bû. Zarokên me yên temenê wan di navbera 2-18 salî de ne matmayî man ku bi çi tiştî re rû bi rû mane. Zarokên me yên ku heta niha şer nedîtibûn li gund her roj jendermeyan dibînin, gaza îsotê davêjin wan, dengê çek û bombeyan dibihîzin. Me du mehan zarok neşandin dibistanê."
'KOBANÊ AZAD BÛ, EM PIR KÊFXWEŞ IN'
Çelîkaslan diyar kir ku ji Kobanê 30 malbat hatine gundê wan û ev tişt anî ziman: "Welatiyên Kobanê yên hatin perîşan bûbûn. Maleke ku xwe lê bistirên tine bû. Tiştek bi xwe re neanîbûn. Me deriyên xwe li wan vekir. Piştî ku alîkarî hatin hinekî baştir bû." Çelîkaslan da zanîn ku welatiyên Kobanê dest bi vegerê kirine û nirxandina "Kobanê azad bû em hemû kêfxweş in. Veger me dixe heyecanê" kir.
Çelîkaslan bilêv kir ku di nobeta berxwedanê de dev ji çalakiya zincîra ji mirovan bernedane û wiha berdewam kir: "Di nobeta berxwedanê de ji bo ku em li pêşberî şervanên YPG û YPJ'ê rêza xwe nîşan bidin û silavê bidin wan zincîrê bi kar tînin. Her roj serê sibehê ji bo şehidên xwe rêz digirin. Heta ku ew li wir şer bikin, canê xwe bidin em ê jî li vir tevlî çalakiya zincîra ji mirovan bibin û li pêşberî wan rêza xwe nîşan bidin."
VEGUHERIYE GUNDÊ KOMUN
Çelîkaslan got ku ew ji jiyana komunal a ku bi nobetan li gundê wan hatiye avakirin jî razî ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em xwarin, mal û jiyana xwe parve dikin. Bi vî rengî me gelek kes nas kir. Li vir ji bo gundê me gelek tişt hate kirin û cihên nû hatin vekirin. Berê li gundê me ne muze ne jî pirtûkxane hebû. Lê niha Li ser navê Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya muze û pirtûkxane hene. Guhertinên bi vî rengî ji bo hemû kesan baş e."