3 gundên din ên Til Hemîsê hatin rizgarkirin

Hêzên YPG/YPJ'ê operasyona xwe li gundên derdora bajaroka Til Hemîsê li dijî çeteyê DAIŞ’ê didomînin. Herî dawî 3 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin.

Hêzên YPG/YPJ'ê operasyona xwe li gundên derdora bajaroka Til Hemîsê li dijî çeteyê DAIŞ’ê didomînin. Herî dawî 3 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin.

Hat ragihandin ku li herêma Til Hemîsê operasyona paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê didome. Di çarçoveya operasyonê de şervanên YPG/YPJ’ê şevê din li dijî çeteyan rêzeçalakî lidar xistine. 

Di encamê de gundên Sidêdiya Kurdan, Sidêdiya Ereban û Meşheda yên girêdayî Til Hemîsê ji çeteyan hatin paqijkirin.