Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, li dijî polîtîkaya darvekirinê ya dewleta Îranê li hemberî siyasetmedarên Kurd dimeşîne, bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin nava tevgerê.
'ÎRAN VEGUHERÎ COGRAFYA HOVÎTIYÊ'
Beştaş di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bibîr xist ku di serî de Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê di hemû belge û peymanên mafên mirovan ên otorîteyên navneteweyî de tê destnîşankirin ku nabe îdam weke cezayekî were bikaranîn û ev ceza binpêkirina giran a mafê jiyanê ye. Beştaş ragihand, ku rejîma Îranê ji bo rejîma xwe xurt bike û pêşî li mûxalefeta gengaz bigire, bûye welatê herî zêde cezayê darvekirinê bicih tîne û destnîşan kir, ku Îran di mijara cezayê darvekirinê û înfazê de veguheriye cografyayeke hovîtiyê.
'DEYNÊ MIROVAHÎ Û WIJDANÊ'
Beştaş got, "Di serî de Neteweyên Yekbûyî hemû saziyên navneteweyî weke deynekî mirovahî û wijdanî divê li hemberî vê hovîtiyê bikevin nava tevgerê" û ev yek destnîşan kir: "Îdam sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji bo rakirina cezayê îdamê, têkoşîna bi rêya pêkanînên li dijî Îranê, şert e. Bêdengî û xemsarî, tê wateya hevkariya vê feraseta kuştinê. Pêwîste dewleta Îranê tavilê cezayê mirinê rake û dawî li vê hovîtiya dewletê bîne."
'REWŞA RIZIYAYÎ YA REJÎMÊ NÎŞAN DIDE'
Beştaş diyar kir ku înfaz û cezayên darvekirinê yên di demên dawî de li hemberî xurtbûna têkoşîna siyasî ya gelê Kurd bi hişmendiya tolhildanê tê bikaranîn, ji bo rejîma Îranê bûye navgîneke polîtîk û anî ziman, ku înfaza girtiyên siyasî yên Kurd bi taybetî zêde bûne. Beştaş got, "Cezayên îdamê ku rejîm li gorî xwe weke navgîneke bêdengkirina mûxalefet û destketiyên siyasî dibîne, nîşaneya rewşa riziyayî ya rejîmê ye."
SERSAXÎ
Beştaş destnîşan kir, ku ev darvekirin ji bilî mezinkirina hêrsa gelê Kurd û hemû gelên mezlûm a li hemberî rejîma Îranê bi kêrî tiştekî nayê û herî dawÎ ji malbata Saman Nesîmî û Hebîbûllah û Elî Efşanî re, ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.