Li Cezaa û Qamişlo 9 gund hatin rizgarkirin

Li başûrrojavayê Cezaa û başûrrojhilatê Qamişloyê 9 gund di encama operasyonên YPG/YPJ'ê de hatin rizgarkirin. Di operasyonan de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li başûrrojavayê Cezaa û başûrrojhilatê Qamişloyê 9 gund di encama operasyonên YPG/YPJ'ê de hatin rizgarkirin. Di operasyonan de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Di çarçoveya operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li herêma Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, ji şevê din heta niha li başûrrojavayê bajarokê Cezaayê gundên Xesan, Humis, El-Zehran û El-Zehrai ji terorîstên DAIŞ’ê paqij kirin. Her wiha şervanan mefreqa gundê Xesan ku wekî devereke stratîjîk tê naskirin û bajarokên Til Hemîs, Til Koçer û gund El-Hol bi hev ve girê dide, rizgar kirin. Di pevçûnên li van deveran de bi dehan terorîstên DAIŞ’ê hatin kuştin û cenazeyên 3 terorîstan ketine destên şervanan.

Li başûrrojhilatê bajarê Qamişlo jî hêzên YPG’ê û YPJ’ê li dijî terorîstên DAIŞ’ê rêzeçalakî lidar xistin. Di encamê de 5 gund, navendeke ceyranê ya li gundê Um Diwîl û navendeke xwedîkirina mirîşkan a li gundê Mişêrfê rizgar kirin. Navên gundên hatine rizgarkirin wiha ne: “Xiwêtla, El-Cewalê, Til Tihîn, Hilwiya mezin û Hiwiya biçûk û Mişêrfa.” Di van pevçûnan de jî bi dehan terorîst hatin kuştin û cenazeyên 13 terorîstan jî ketine destên şervanan.

Li her du eniyan operasyonên şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî terorîstan dewam dikin.

DAIŞ'Ê BI DEHAN ASÛRÎ REVAND

Di vê navberê de hat ragihandin ku îro danê sibê terorîstên DAIŞ’ê jin jî di nav de bi dehan welatiyên Asûrî yên ji gundên Til Temir revandine û birine cihekî ne diyar.

Çavkaniyan diyar kirin ku terorîstan 4 jin jî di nav de 14 kes ji gundê Til Hirmiz û yên din jî ji gundên Til Şamîran, Ebû Tîna, Til Goran, Qebir Şamiye, TIl Baloa û Em El-Mesamîr ên li başûr-rojavayê bajarê Til Temir ku nêzî herêma Ciyayê Ebdulezîzê ne revandin.

Li gorî çavkaniyan ji welatiyên hatine revandin navê Ilyas Dirmo, Şlêmûn Sefer,Şamîran Îşo, Îbrehîm Qtîna, Yohena Qtîna, Wîdad Yonan, Fûad Yonan, Hirmiz Keferkîs Xano, Rîhan Binyamîn Denha, Ziyad Binyamîn Denha, Corc Îşo, Semûn Semo, Binyamîn Sefer û Neyîma ku paş navê wê ne hat naskirin in.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku 4 kesên ku hewl dan parastina gundê xwe bikin ji aliyê terorîstan ve hatine îdamkirin. Lê ev agahî hîn nehatiye piştraskirin. Di heman demê de hat gotin ku hînê gelek welatiyên ji gunên Til Cezîrê, Til Şamîran û Til Hirmiz hîn di çembera komên çete de ne û nikarin ji gundên xwe derkevin. Li aliyê din çavkaniyên Asûrî ku nexwestin navê xwe aşkera bikin diyar kirin ku heta niha çarenûsa dehan welatiyên Asûrî ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin ne diyar e.