Nobeda li ser sînor tê girtin, li gundên rojhilat û rojava yên ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hatine azadkirin belav dibe. Bi sedan kesên li gundên Miseynter û Elîzerê li hev civiyan, berê xwe dan Kobanê ya azad û di roja 163. de berxwedêr silav kirin.
Welatiyên ji navçeya Wan Erdîş û bajarokê Mûş Vartînîsê nobeda li ser sînor dewir girtin, çalakiya zincîra ji mirovan lidar xistin û berê xwe dan Kobanê.
Girseya gel li gundên Miseynter û Elîzerê bi destê hev girt, li ber Kobanê ya azad bejna xwe tewand û berxwedan silav kir. Nobedarên berxwedanê alên PKK, KCK, YPG, YPJ, TEVDEM û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin, ji bo YPG/YPJ'ê dirûşme qîriyan û hewl dan dengê xwe bigihînin berxwedêran.