YPG: Li Kobanê 52 çete hatin kuştin
Di operasyonên paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, duh êvarê li eniyên rojhilat û başûr gundek û girên stratejîk hatin rizgarkirin. Di van operasyonan de herî kêm 52 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di operasyonên paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, duh êvarê li eniyên rojhilat û başûr gundek û girên stratejîk hatin rizgarkirin. Di van operasyonan de herî kêm 52 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku di operasyonên YPG/YPJ'ê yên roja 162. a berxwedana Kobanê de, gundek û girên stratejîk li eniyên rojhilat û başûr hatine rizgarkirin, herî kêm 52 çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê hatine kuştin.
Navendê, ev agahî bi raya giştî re parve kir:
LI ROJHILAT GUNDEK Û GIRÊN STRATEJÎK HATIN RIZGARKIRIN: 40 TERORÎST HATIN KUŞTIN
"Şevê din, li eniya rojhilat li derdora gundê Derfilît hêzên me li hemberî çeperên terorîstan operasyonek berfireh dan destpêkirin. Di encama operasyonê de girên stratejîk ên li derdora gund ji terorîstan hatine paqijkirin. Li vê herêmê 24 terorîst hatine kuştin. Hêzên me doçkayek 14,5 û 20 qutiyên guleyên doçkayê, doçkayek 12,5, û 3 qutî guleyên wê, 3 roketavêjên B7, 17 keleşnîkof, 10 rext û 1 pîck-up'ek desteserkirine.
Hêzên me li heman eniyê li hemberî gundê Şero jî operasyon pêk anîne. Di encama şerê giran de, gund hatiye rizgarkirin, 10 terorîst hatine kuştin û termên wan ketine bin kontrola hêzên me.
Hêzên me heman wextê li hemberî gundê Akbaş jî êrişek pêk anîn. Li vê derê jî 6 terorîst hatin kuştin.
LI ENIYA BAŞÛR 12 TERORÎST HATIN KUŞTIN
Îro danê sibehê li eniya başûr a Kobanê, li gundê Girêk û Cedê ya biçuk di navbera komên terorîst û şervanên me de şer derket. Şer heta niha jî dewam dike. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 12 terorîst di vî şerî de hatine kuştin.
ŞERVANEKÎ YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DA
Di encama operasyonên 24 saetên dawî de, hevalekî me bi qehremanî şer kir û şehîd bû."