Siyasetmedarê zane yê Partiya Keskan Hans-Christian Strobele da xuyakirin, ku di rûniştina roja Pêncşemê ya li Meclîsa Federal de ew ê destekê bidin daxwaza Partiya Çep a ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê. Strobele yê ji ANF'ê re axivî got, "Qedexeya li ser PKK'ê rewşeke hevnegirtî ye. Tu yê rabe ji ber serketina li hemberî DAIŞ'ê kêfxweş bibe, lê Kurdên ev serketin bi dest xistiye qedexe bike. Ev yek siyaseta hevnegirtî ye."
Tevî pêşketinen li Rojhilata Navîn û têkoşîna PKK'ê a li dijî çeteyên DAIŞ'ê, hikûmeta bi Serokwezîriya Merkel di dewamkirina qedexeya li ser PKK'ê de israr kir. Li ser vê israra hikûmetê, Partiya Çep di Kanûna par de serî li Meclîsa Federal dabû. Partiya Çep a dixwaze qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, ev daxwaza wê wê di 26'ê Sibatê de li Meclîsa Federal bi rûniştineke taybet were nîqaşkirin.
Bi vê pêşniyar pirsa koma Partiya Çep a ji 70 parlamenterî re, wê sedema rakirina qedexeya li ser PKK'ê were vegotin. Beriya vê rûniştinê siyasetmedarê Partiya Keskan Hans-Christian Strobele ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew destekê didin daxwaza Partiya Çep.
'POLÎTÎKAYA HIKÛMETÊ YA DER HEQÊ KURDAN DE BI NAKOKIYAN TIJÎ YE'
Parlamenterê Partiya Çep Strobele da xuyakirin ku polîtîkaya hikûmeta Merkel a li ser Kurdan bi nakokiyan dagirtî ye û nîqaşên çend meh berê yên li ser dayîna çekan ji bo Kurdan a di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bibîr xist.
Strobele got, "Çarçoveya bingehîn a wan nîqaşan pirsa 'wê ji kîjan komên Kurdan re çek bên dayîn û ya herî girîng jî wê PKK a li vir qedexe ye ji vê sûdê werbigire yan na?' bû. Me dît ku piştî van nîqaşên berfireh, çekên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hat şandin, beşek jê gihaştin destê hêzên PKK'ê."
Strobele bal kişand ser nûçeya hefteya derbasbûyî ya Der Spiegel a bi sernavê "Çekên Elmanya ketin destê PKK'ê" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hûn ê çekê bide komeke li heman eniyê şer dikin, lê koma li kêleka wê jî li welatê xwe qedexe bike. Bi vê ve jî qîma xwe nînin hûnê rabin der heqê endamên wê de lêpirsînan bidin destpêkirin, wan bigirin, ceza bidin bi kurtasî Kurdan li welatê xwe krîmînalîze bikin. Lê li aliyê din hûn ê ji ber serketina Kurdan a li hemberî DAIŞ'ê kêfxweş bibin. Ev yek siyaseteke hevgirtî nîne."
Strobele ev bang li hikûmetê kir: "Hînê beriya hefteyekê siyasetmedarek bi sûcdariya endametiya PKK'ê hat girtin. Divê dawî li van girtinan û şopandina Kurdan bê anîn, qedexeya li ser PKK'ê were rakirin. Ev siyaseta li hemberî Kurdan û qedexeya li ser PKK'ê hevgirtî nînin, ev rewş li dijî qanûnane. Divê qedexe tavilê bê rakirin."
'JI PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI HÊVÎ ME'
Strobele herî dawî der barê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de axivî û anî ziman ku ew ji pêvajoya di navbera hikûmeta Tirk û aliyê Kurd de dewam dike, kêfxweş e. Strobele got, "Ketina ser rêya çareseriyê ya vê pirsgirêka bi dehan salane dewam dike, erênî ye. Ji bo pêvajoya aştiyê bigihêje armanca xwe, hêvîdar im ku wê her du alî dest bi muzakereyan bikin."
Strobele di Îlona bihurî de der barê Şengal û Kobanê de di rûniştina li Meclîsa Federal de ev pirs li rayedarên hikûmetê kiribû; "PKK'ê Êzidî rizgar kir, lê belê li gorî qanûnan eger milîtanên PKK'ê were welatê me divê hûn wan bigirin. Gelo ev ne nakokî ye?" Eniya hikûmetê jî bersiveke revok dabû Strobele û gotibû, "Dibe ku PKK'ê di demên dawî de tiştên baş kiribe, lê qedexe wê dewam bike."
HANS-CHRISTIAN STROBELE KÎ YE?
Hans-Christian Strobele ê 76 salî, yek ji navê pêkhatî yê Partiya Keskan a partiya li mûxalefetê ya li Elmanya ye. Strobele di salên 1970'yî de parêzeriya milîtanên Fraksiyona Artêşa Sor a Elman (RAF) kir. Ji sala 1998'an û vir ve parlamenterê Meclîsa Federal e.