Xwendekarên Zanîngehê alîkarî ji Kobaniyan re şandin
Xwendekarên Zanîngehê yên li Silopiyê dixwînin, alîkariya barê TIR'ekê ya ji bo Kobaniyan berhev kiribûn gihandin Pirsûsê.

Alîkariya ji bo Kobaniyên li 6 wargehên li Pirsûsê û gundên li navçeyê bicih bûne, dewam dike. Platforma Xwendekarên Zanîngehê yên navçeya Şirnex Silopiyê, bi hatineya ji konsera piştevaniya Rojava ya 7'ê Sibatê re, madeyên xwarinê kirî û ev alîkariya barê TIR'ê radestî Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re ya Şaredariya Pirsûsê kirin. Hat ragihandin ku alîkarî ji tonek miqarne, 600 qutî bîskuvî, hezar 200 lître rûn, 720 kîlo ava bacanan, 113 kolî kel û melên hîjyenê yê jinan, hezar 808 kevnikê pêçandina zarokan, 100 qutî şekir, 100 kîs birinc, 100 pakêt mamayê zarokan pêk tê. Berdevkê Platformê Celal Tosûn da xuyakirin ku wan alîkarî li gel hatineyên Konseya Piştevaniya Rojava, bi desteka Şaredariya Silopiyê, dikandar û ciwanên navçeyê kom kirine û got, "Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê em bang li tevahiya ciwanên xwe, gelê xwe dikin ku seferber bibin."