YDG-H û YDG-K, li hember êrîşên li dijî gelê Kurd û operasyonên qirkirina siyasî nerazîbûneke tund nîşan da û ji AKP’ê re peyama, "Ti bigirî jî, qetil jî bikî em ê li hember avakirina azadiyê ti astengiyan nas nekin” da. Di daxuyaniyê de hişyariya, "Dost û dijmin divê vê baş zanibin ku; ti kes û ti hêz nekare dest bide ciwanekî Kurd jî. Wê bersiva hemû êrîşan bê pirsîn" hat dayîn û banga pêşxistina têkoşînê li ciwanan hat kirin.
YDG-H û YDG-K, têkildarî êrîşên faşîzan ên li dijî gelê Kurd û operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya bi serenavê "Em li hember faşîzma hikûmeta AKP’ê xwe bi rêxistin bikin, gelên xwe biparêzin” hat destnîşankirin ku mîna hikûmetên din hikûmeta AKP’ê jî polîtîkayên çewisandin, asîmîlasyon û qirkirinê didomîne û wiha hat gotin, "Hikûmeta AKP’ê berdewamkarê polîtîkayên înkar û tinekirinê ye û gelê Kurd, ciwanên welatparêz û jin vê baş dizanin.”
Di daxuyaniyê d ev xisûs hatin diyarkirin:
'EM RÊBAZÊN VÊ DEWLETÊ PIR BAŞ DIZANIN'
"Serhildanên mezin ên 6-7’ê Cotmehê maskeya dewlet û AKP’ê aniye xwarê û bûye mîna xewna wan a bi tirs. Hikûmeta AKP’ê ya vê serhildanê hezm nake, bi operasyona qirkirina siyasî ketiya nav xewna ku wê vê hêzê û rêxistinbûnê belav bike. Li hember ciwanên me yên di serhildanan de pêşengî dikin, mafê xwe yê demokratîk bikar tînin û gelê me yê mazlûm ê welatparêz pêla girtinan daye destpêkirin. Em rêbazên vê dewletê pir baş dizanin. Em helwesta wê ya dema tengav dibe girtîgehan vedike, zarokan qetil dike û wer dihizire ku wê her Kurdekî bi zîndanan bitirsîne pir baş dizanin. Dewleta T.C. û hikûmeta AKP jî pir baş dizane ku, girtin ji bo me tenê sedema têkoşînê ye. Ji hezarî zêdetir ciwanên Kurd ên endamên YDG-H û YDG-K girtine û ketiye nav hêviya ku wê di zîndanan de wan bêdeng bike. Hikûmeta AKP’ê bi hedefnîşandana rêxistina me, tevayî ciwanên Kurd ên dixwazin xwe rêxistin bikin îllegalîze kiriye û li gor xwe kilifek lê kiriye.”
Di daxuyaniyê de AKP bi gotina, "Ti bigirî jî, qetil jî bikî em ê li hember avakirina azadiyê ti astengiyan nas nekin” hat hişyarkirin û der barê ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ de wiha hat gotin:
"Pêşnûmeya qaşo Qanûna Ewlekariya Hundir a di demên dawî de bû rojev û 10 xalên wê hatin qebûlkirin bû, lûtkeya wan girtinan. Her kes dizane ku, jixwe polîs dema mijar dibe gelê Kurd ciwan û jinên Kurd, xwedî rayeya bê sînor e. Hê hesabê Komkujiya Roboskî ku nehatiye dayîn, li Cizîrê 6 zarok hatine qetilkirin, bi hezaran kesên bê delîl girtîne, ev qanûn tenê di fiiliyatê de fermî dibe.”
'TI KES NEKARE DEST BIDE CIWANEKÎ KURD JÎ!'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di demên dawî de li hember ciwanên welatparêz bi destê AKP’ê êrîş pêk tên û ev hişyarî hat dayîn: “Dost û dijmin divê vê baş zanibin ku; ti kes û ti hêz nekare dest bide ciwanekî Kurd jî. Wê bersiva hemû êrîşan bê pirsîn"
BANGA LI CIWANAN
YDG-H û YDG-K ev peyam da: "Em careke din li ciwanên welatparêz ên Kurd û ciwanên demokrat-çep-sosyalîst mîsyona pêşengiya ciwanan bibîr dixin; li hember tevayî êrîşên faşîzan ên tê xwestin li dijî tevayî gelên bindest bên pêşxistin, em banga pêşxistina têkoşînê dikin. Erîşeke herî biçûk a li hember gelê me jî ji bo me sedema serhildanê ye.”