15'ê Sibatê li Awûstralya û Japonyayê jî hat protestokirin
Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Japonya û Awûstûralyayê jî hat protestokirin.
Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Japonya û Awûstûralyayê jî hat protestokirin.
Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Japonya û Awûstûralyayê jî hat protestokirin.
Kurdên li bajarê Awûstûralya Sydneyê hatin cem hev, li avahiya Komeleya Mala Kurdan panelek lidar xistin û Komploya Navneteweyî protesto kirin.
Di dû deqeyeke rêzgirtinê Nûnerê KNK'ê yê Sydneyê Brûsk Aeverî axivî û pêvajoya Komploya 15'ê Sibatê vegot.
'ME ŞAGIRTÊN OCALAN LI KOBANÊ NAS KIR'
Nûnerê Partiya Sosyalîst a Awûstûralyayê jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Pêwîste gelê Kurd xwedî li Rêberê xwe derkeve. Me şagirtên Ocalan di destana Kobanê de nas kir. Berxwedaneke ku divê ji cîhanê re bibe mînak, nîşan dan."
Nûnerê Partiya Karker a Pakîstanê Aslam Malîkî jî di axaftina xwe ya li panelê de Ocalan silav kir. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Sydneyê Gulfer Yildirim, peyama KCK'ê ya li ser Komploya Navneteweyî xwend.
Hunermend Xanemîr jî got, "Xwedîderketina li Rêber Apo bi xwedîderkeina li daxwazên wî, xwedîderketina li nirxên wî dibe. Bi vî rengî em dikarin komployê bi temamî pûç bikin."
JAPONYA
Li Komeleya Çanda Kurd a Japonayayê jî, Komploya Navneteweyî bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.
Eyyup Kûrt daxuyanî xwend û got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komploya Navneteweyî vala derxist; hesabên dewletên komploker ser û bin kir. Nîşanî tevahiya cîhanê da ku Rêberê Kurdan e." Kûrt destnîşan kir ku Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola herî girîng temsîl dike.