Ji bo şervanê YPG'ê Alîzade li Wanê mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Fîrûzn Alîzade (Dilşar Kurdistan) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG'ê Fîrûzn Alîzade (Dilşar Kurdistan) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG'ê Fîrûzn Alîzade (Dilşar Kurdistan) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer di axaftina xwe ya li mewlûdê de ji her kesî xwest, ku li pêşberî fedekariya cangoriyan bi wijdan tevbigerin û xwedî li têkoşînê derkevin.
Ji bo şervanê YPG'ê Fîrûzn Alîzade (Dilşar Kurdistan) ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li mala serxweşiyê ya li taxa nû mewlûd hat dayîn. Li mewlûdê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Parêzer Mîraz Çalli, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl amade bûn.
Li dû axaftinan Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan peyivî û diyar kir ku JÎTEM, Hîzbûllah û çeteyên DAIŞ'ê projeyên heman mejî ne û yekane armanca van hemûyan, komkujiya Kurdan e.
Alkan got, "Alîzade li Rojhilat ji dayik bû, demeke dirêj li Başûr ma û piştre çû Rojava û şehîd ket. Niha jî me ew li Bakur veşart."
Piştre Parlamenterê HDP'ê Ozdal Uçer mafê axaftinê wergirt û diyar kir cangoriyan ji bo welat û gelê xwe canê xwe feda kirine û got, "Ti hesabekî wan ji bo xwe nebû. Ew ji bo rizgariya gelê xwe çûn û şehîd ketin. Divê me jî li pêşberî wan bi wijdanî tevbigerin û têkoşînê bilind bikin. Bi deh hezaran şehîdên me yên bi vî rengî hene. Eger em giraniya tevahiya têkoşînê bidin ser milê wan, em ê hîn bêhtir şehîdan bidin. Ya ku divê me bikin, parvekirin û sivikkirina barê wan e."
Li dû axaftinan mewlûd bi xwarinê bi dawî bû.