Komploya Navneteweyî li Qibrisê hat protestokirin

Komploya Navneteweyî, ku di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat xwestin li dijî Kurdan û gelên Rojhilata Navîn bê kirin, li bajarê Qibris Lîmasolê hat protestokirin.

Komploya Navneteweyî, ku di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat xwestin li dijî Kurdan û gelên Rojhilata Navîn bê kirin, li bajarê Qibris Lîmasolê hat protestokirin.

Ji ber Komeleya Çanda Kurd a Teofîlosê ciwanan bi meşaleyan dest bi meşê kirin û komplo şermezar kirin.

Li dû meşê, ji aliyê Meclîsa Gel ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hişyariya demokratîk a li Rojhilata Navîn hedef hatiye girtin û hat gotin, "Bi vîna aştiyê ya Rêbertiyê û bi evîna demokrasiyê ya gelan, komplo pûç bûye. Tevî nêrînên xwe, pêwîste Rêbertî bi xwe jî di demeke kurt de di nava me de be."