‘Divê hêzên çep, sosyalîst bibin yek, têkoşînê xurt bikin’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: “Kurd azad nebin Rojhilata Navîn azad nabe. Temînata azadiyê ya Kurdan jî azadiya Rojhilata Navîn e. Bêyî Kurdan çareseriyek mayînde li Rojhilata Navîn nepêkan e.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: “Kurd azad nebin Rojhilata Navîn azad nabe. Temînata azadiyê ya Kurdan jî azadiya Rojhilata Navîn e. Bêyî Kurdan çareseriyek mayînde li Rojhilata Navîn nepêkan e.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, ji rojnameya Ozgur Gundemê ji Amed Pîran re axivî û destnîşan kir, ku piştî têkoşîna li Rojhilata Navîn zehmet e DYA li ser dijminatiya li PKK’ê polîtîkayê bimeşîne.

Bayik da xuyakirin ku di nava 16 salên di ser komployê re derbas bûne li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûyer û pêşketinên girîng qewimîne û destnîşan kir, ku bi taybetî êrîş û destwerdana faşîstên DAIŞ’ê li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn, nakokiyên nû û hevsengiyên nû bi xwe re aniye.

Bayik da xuyakirin ku berxwedana tevgera wan a li Rojava, Şengal û gelek herêmên Kurdistanê li dijî faşîzma DAIŞ’ê nîşan da, di nava gelan de rê li ber hêvî û kelecaneke mezin vekiriye û anî ziman ku vê yekê taybetmendiya tevgera wan a nirxên demokrasî, azadî û mirovahiyê diparêze, careke din derxistiye holê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi pêşengiya tevgera azadiyê Kurd li Rojhilata Navîn bûne hêzeke vînê û got, “Li pêşberî vê vîna Kurdan a demokrasî û azadiyê diparêzin, li cîhanê hezkirin û sempartiyeke mezin derketiye holê û hêzên navneteweyî nekarîne xwe ji dîtina vê rastiyê vegirin. Ji ber vê yekê, propaganda reş û îmaja neyînî ya ku nîv-sedsale bi zanebûn li hemberî Rêberê me û tevgera me tê kirin, ji hev hatiye xistin. Ya hatiye îspatkirin ev e: Heta Kurd azad nebin, Rojhilata Navîn azad nabe. Temînata azadiyê ya Kurdan jî azadbûna Rojhilata Navîn e. Ne pêkane ku bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn çareseriyeke mayînde pêk were. Ev yek bi zelalî derketiye holê.”

Bayik da zanîn ku hêzên dixwazin li Rojhilata Navîn siyasetê bikin û berjewendiyên xwe dîzayn bikin, nema dikarin vê rastiya PKK’ê û vîna gelê Kurd a derketiye holê ji nedîtî ve bên û destnîşan kir, ku PKK bi têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê re weke hêzeke xurt di siyaseta Rojhilata Navîn de cih digire.

Bayik da xuyakirin ku tevgera wan ji ber parastina nirxên demokrasî, azadî û mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê, di nava mirovahiyê de bi rêzdarî hatiye pêşwazîkirin û got, “Her demokrat-şoreşger, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û siyasetmedarên xwedî wijdan, rastiya PKK’ê ji nêz ve dîtine, fêm kirine. Ev rewşa erênî ya li nava raya giştî ji bo PKK’ê derket hole, bandor li dewletan jî kiriye. Lewma nîqaş bi berfirehî tên kirin ku PKK ne terorîst e û dive ji lîsteya ‘terorîzmê’ bê derxistin.”

Bayik destnîşan kir, ku ji vê saetê û pê ve zehmet e Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) di ser dijminatiya li PKK’ê polîtîka bimeşîne û got, “Li pêşberî şoreşa Rojava ya xwe dispêre hêza xwe ya cewherî û bi berxwedanê re bi ser ket, DYA, Fransa û dewletên Ewropa yên mîna wan neçar mane helwesta xwe biguherînin.“

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a hêzên çep-sosyalîst ên li Tirkiyeyê û got, “Rêber Apo, bi azadbûna gelê Kurdistanê re demokratîkbûyîna Tirkiyeyê her tim esas girtiye. Lewma bûye rêhevalê herî nêz ê hêzên çep û sosyalîst ên li Tirkiyeyê. Ev yek, di têkoşîn, perspektîf û polîtîkayên wî yên îro de jî tê dîtin.”

Bayik da zanîn ku bi tevgerên şoreşger çep-sosyalîst, rewşenbîr û hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê re ew çiqasî hev du fêm bikin û li ser bingeheke rast bigihêjin hev û têbikoşin, gel jî wê bigihêjin azadiya rasteqîn û got, “Dem hatiye hemû hêzên antî capitalist, antî dewletparêzî, hêzên şoreşger çep û sosyalîst ên sosyalîzma demokratîk û azadiyê esas digirin, bibin yek û têkoşînê bilind bikin. Bi vê wesîleyê banga min ev e; PKK ji vê re vekirî ye. Amade ye bi berpirsyarî rabe û hemû wezîfeyên xwe bicih bîne. Em bang li hemû hêzên şoreşger û sosyalîst dikin ku li ser vê bingehê têkoşîna xwe bikin yek.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da xuyakirin dîlgirtin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tenê bi xwe ve sînorkirî nine û got, “Azadiya Rêber Apo jib o gelên me wê were wateya serketina demokrasî û azadiyê. Ji xwe gelên me jî bi vî rengî fêm dike. Li Tirkiyeyeke demokratîk nebûya, mirov nikare behsa Kurdistana azad bikin. Li Kurdistaneke azad nebûye jî kes nikare behsa Tirkiyeyeke demokratîk bike. Yanî pêşeroja azad û demokratîk a gelên me bi hev ve hatiye girêdan. Mejî û paradîgmaya pêkanîna vê jî neteweya demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk e.”