Li Başûrê Kurdistanê 15’ê Sibatê hat lanetkirin

Li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê Komploya 15’ê Sibatê bi meş û civînan hat lanetkirin.

Li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê Komploya 15’ê Sibatê bi meş û civînan hat lanetkirin.

‌HEWLÊR

Li Hewlêr Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hember  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bi meş û daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin.

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê saet 13.30’an de li ber Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê hezaran kes kom bûn.

Nûnerên buroya DBP’ê ya Hewlêr, Tevgera Azadî, Tevgera Ciwanên Welatparêz, ciwanên zanîngehê, endamên partiyên siyasî û hezaran kes tevlî bûn.

Bi hezaran kesên li ber Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê ku kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG,YPJ’ê hildan û ber bi konsolosxaneya Tirk a li bajarê Hewlêrê ve meşiyan.

Girseyê di tevahiya meşê de dirûşmên ji bo Ocalan “Azadî” û şermezarkirina Komploya Navneteweyî gotin. Girseya gel a xwest biçe Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê, hêzên asayîşê li pêşiya girseyê bend çêkirin.

Li vir ser navê girseyê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Hat diyarkirin ku Komploya Navneteweyî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve vala hat derxistin û hêzên komploger negihan armanca xwe.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê girseyê dirûşmên dilsoza bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gotin.

WARGEHA MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem  15’ê Sibatê bi meşekê hat lanetkirin.

Meş saet 08:00’an de li ber şaredariya wargehê bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê destpê kir û li qada Navenda Çand û Hunerê ya wargehê bi mîtîngekê dawî bû. Di meşê de gel, bi yek dengî dirûşm got û komplo lanet kir.

Di mîtîngê de endamê Meclîsa Demokratîk a Gel Sînan Herekol axaftinek kir. Herekol di axaftina xwe de bal kişand ser komployê û li hember vê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd.

Piştî axaftina Sînan Herekol gel bi dirûşmên, “Kes nikare Roja me tarî bike”, “Şehîd Namirin”, “Girtiyê Îmraliyê  li te dikin silavê” got.

DUZXÛRMATÛ

Li qezaya Duzxûrmatû Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku berxwedana Îmralî û gelê Kurd ev komplo vala derxistiye.

Li qezaya Duzxûrmatû ya bajarê Kerkukê Komploya 15’ê Sibatê bi civînekê hat lanetkirin û hat diyarkirin ku berxwedana Îmrali û gelê Kurd ev komplo vala derxistine.

Li ser navê Tevgera Azad a Civaka Demokratîk Şamîl Kamîl ku axifî, got, “Dewletên dagirker ên dinyayê ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn hewl dan ku bi vê komployê pêşî li pêşketina gelê Kurd bigirin.  Belê berxwedana ku Rêber Apo li Îmralî nîşan da û gelê Kurd jî bi xwedîderketina xwe ev komplo vala derxistn.”