Komploya 15’ê Sibatê li Silemaniyê hat şermezarkirin

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 16. salvegera Komploya Navneteweyî bi meşek girseyî hat şermezarkirin.

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 16. salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşek girseyî hat şermezarkirin. Di meşa ku bi sedan welatî tevlî bûn ji Kolana Salim heta ber deriyê Baxa Giştî berdewam kir û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Seat 15:00’an ji bo şermezarkirina Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 16 sal di ser de derbas dibe, meşeke bi tevlîbûna bi sedan kesî li bajarê Silêmaniyê hate lidarxistin. Di meşa ku bi pêşengiya Komîteya Azadiya Ocalan hate lidarxistin, daxwaza azadiya Ocalan hate kirin û hêzên ku destê wan di vê komployê de, hatin şermezarkirin.

Di meşê de di serî de li ser navê Tevgera Azadî daxuyaniyek hat dayîn û têde hat gotin ku Komploya navneteweyî di 16. sala xwe de vala hatiye derxistin û azadiya Ocalan êdî misoger bûye.

Her wiha Serokê Hizba Ayendeya Kurdistan, Qadir Ezîz axivî û got ku Ocalan rêber û fîlozofekî Kurd e ku divê azad bibe. Serokê Partiya Parêzgeran, Necat Axayî Sûrçî jî di meşê de axivî û kesên ku destê wan di vê komployê de hebûn, şermezar kir. li ser navê KNK’ê Mihemed Emîn Pênciwînî jî axivî û diyar kir ku Kurd di vê rojê de di matemîniyê de ye û wê bi têkoşîna xwe vê bêbextiyê, bi azadiya Ocalan vala derxîne. Di meşê de her wiha daxuyaniya RJAKê jî ji bo vê rojê hate xwendin.

Di dawiya meşê de helbestên ku ji bo Ocalan hatibûn amadekirin, hatin xwendin û girse bi dirûşên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Yekîtiya Neteweyî” dawî li çalakiya xwe anîn.