Binçavkirin û girtin li Dîlokê tên şermezarkirin
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê Çetînkaya, di daxuyaniya têkildarî binçavkirin û girtinên li Dîlokê axivî, diyar kir ku AKP gavên ku zerarê bide girêdana gel a bi pêvajoyê re diavêje.

Li Dîlokê piştî şermezarkirinên Komploya Navneteweyî binçavkirin û girtin didomin.
Rêveberên DBP û HDP’ê yên bi malbatên kesên hatine binçavkirin û girtin re hatin ber avahiya edliyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê Dîlan Çetînkaya ve hat dayîn.
Çetînkaya got, "Li hember kesên li Dîlokê komplo şermezarkirin, pêngava binçavkirin û girtinê ya bi dehan kesan û piraniya wan zarok, em wek parçeyekî operasyonên qirkirina siyasî û bêtehemuliya li hember daxwaza azadiyê dibînin.”
'WÊ ZERARÊ BIDE GIRÊDANA GEL A BI PÊVAJOYÊ RE'
Çetînkaya diyar kir ku bi mîlyonan kes xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin û wiha axivî: "Hikûmeta AKP’ê bi polîtîkaya binçavkirin û girtinê herî zêde îradeya aştiyê. Dide nîşandan ku aştiyê naxwaze. Bi taybet ku 'pêvajoya çareseriyê' bi awayekî didome, dewamkirina van polîtîkayan zerarê dide girêdana bi pêvajoyê re.”
Çetînkaya ev hişyarî kir: "Eger hikûmet wer difikire ku wê bi binçavkirin û girtina mîlyonan kesî pirsgirêkê çareser bike, wê ti encam negire û divê tavilê dest ji vî xeyalê xwe berde.” Çetînkaya xwest kesên hatine binçavkirin û girtin bên berdan.