Bi armanca protestokirina komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê ya li paytexta Norwêc Osloyê civiyan, ji kolana herî qelebalix a Osloyê derbas bûn û xwe gihandin ber avahiya parlamenta Norwêcê.
Li ber parlamentê ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hat girtin. Dûre Hevseroka Komeleya Çanda Kurdistanê Xezal Algunerhan axivî û der heqê komploya navneteweyî de agahî da çapemeniyê.
Paşê Hevserokê Komeleya Çandê Dilêr Akreî, li ser navê Koma Piştevaniya Kurdistanê Seher Aydar, Nûnerê YNK'ê yê Norwêcê Handren Kerîm, li ser navê tevgera Goran Arîn Barzanjî û li ser navê Partiya Serbestî ya Rojhilatê Kurdistanê (PSRK) Ferhad Rahîmî axivîn û komplo şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de pankartên ji nivîsên lanetkirina komployê yên bi zimanê Norwêcî hatin vekirin. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan bê navber dirûşme hatin qîrîn.
