KCD: Komploya 15'ê Sibatê êrîşek stratejîk a li dijî gelan e

KCD'ê komploya navneteweyî lanet kir û destnîşan kir, ku komplo bi berxwedana Ocalan û gelên li Rojhilata Navîn re hatiye pûçkirin. Di daxuyaniyê de ragihandin ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan wê were xurtkirin.

KCD'ê komploya navneteweyî lanet kir û destnîşan kir, ku komplo bi berxwedana Ocalan û gelên li Rojhilata Navîn re hatiye pûçkirin. Di daxuyaniyê de ragihandin ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan wê were xurtkirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der heqê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'YEKÎTÎ Û AZADIYA GELAN HEDEF HAT GIRTIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komploya navneteweyî bi hevkariya hêzên hegemonîk-paşverû yên herêmî û navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de pêk hatiye û hat gotin, "Em salvegera 16. a komployê bi hêrseke mezin, lê di heman demê de bi daxwaz û biryardariyeke xurt a têkoşînê pêşwazî dikin."

KCD'ê got, "Komplo êrîşeke stratejîk e ku di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan de li dijî yekîtiya demokratîk, azadî û hebûna gelên Kurdistan, Mezopotamya û Anatoliyê hatiye kirin" û ev xal destnîşan kir:

"Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi berxwedana 16 salan a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê re hatiye pûçkirin.

Asta têkoşîna azadiyê gihaştiyê, destketiyên li zemîna têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê hatine afirandin, di şexsê Rojava-Kobanê de berxwedana dîrokî û destanî ya rêveçûna pêşketin û hevsengiyan guherand, bersiva şênber û zelal a gelên me ya li dijî komploya navneteweyî ye."

KCD'ê da xuyakirin ku pûçkirina komploya navneteweyî bi temamî, bi azadiya Ocalan pêkane û destnîşan kir ku ew ê li gorî vê rastiyê têkoşîna demokrasî û azadiyê li her qada jiyanê xurtir bikin.