Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike û got, "Hatiye tespîtkirin ku di 13'ê Sibatê de ji bo Qereqola Tepê Çete ya di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, ku li nava sînorên qada Heftanînê ya Herêmên me yên Parastina Medyayê ye, leşker hatine veguhastin. Di 24'ê Sibatê de jî saet di 07:00 de leşkerên ji Qereqola Tepê Çete derketin, kemîn danîn derdorê.

Di 14'ê Sibatê saet di navbera 23:00 - 00:00 de li ser herêma me ya Zapê balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker, geriyane."