Li Wanê bi deh hezaran kesî komplo protesto kirin

Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li Wanê ji aliyê bi deh hezaran kesî ev bi meş û daxuyaniya çapemeniyê ve hat şermezarkirin.

Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li Wanê ji aliyê bi deh hezaran kesî ev bi meş û daxuyaniya çapemeniyê ve hat şermezarkirin.

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, bi pêşengiya DBP, HDP, KJA, TUYAD-DER, Goç-Der, Meya-Der, TMMOB, Dayikên Aştiyê, KESK, DÎSK û NÇM'ê, bi deh hezaran kes li Kolana Cûmhûriyetê kom bûn û pankartên bi nviîsa "Bi têkoşîna Arînan û Kaderan re komploya 15'ê Sibatê hatiye pûçkirin", "Bi ruhê azadiyê yê Kobanê re em Rêber Apo azad bikin, komploya 15'ê Sibatê pûç bikin" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Hemû beşdarên çalakiyê kincê reş li xwe kirin. Di dema dayîna daxuyaniyê de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Veysî Dîlekçî, Derya Hayva, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Hamiyet Şahîn, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya, Hevşaredarên Navçeyan, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

Ji ber ku polîsan destûra meşê nedan, girseya çalakiya rûniştinê pêk anî û rê li çûn û hatinê girt. Piştî ku polîsan bend rakirin Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Derya Hayva ji girseyê re axivî û got, "Beriya niha bi 16 salan, di 15'ê Sibata 1999'an de gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi rojeke reş şiyar bûn. Birêz Abdullah Ocalan bi komployeke navneeteweyî, bi şêweyekî derveyî hiqûqa navneteweyî, bi rêbazên korsanî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Lewma gelê Kurd ev 16 sal in, 15'ê Sibatê weke rojeke reş protesto dike. Armanca komplokeran di kesayetiya Birêz Ocalan de tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û destpêkirina şerekî bi salan ê di navbera gelên Tirkiyeyê de bû. Birêz Ocalan lêgerînên xwe yên diyalog û çareseriyê yên di sala 1993'an de da destpêkirin, li Îmraliyê bi pêngaveke nû re veguheran pêvajoya aştiyê û hesabên qirêj ên hêzên serdest xera kir."

Hayva ragihand ku hêzên serdest ên bi pêvajoya nû re hesabên wan xera bû, li hemberî Ocalan dest bi polîtîkayeke demdirêj a tecrîd û îzolasyonê kirine û anî ziman ku hêzên hegemonîk ji jehrîkirinê heta êrîşa fîzîkî hemû rêbaz bikar anîn, lê gelê Kurd ê ev yek dît li dora Rêberê xwe xeleka berxwedanê ava kir û xwedî li Rêbertî û têkoşîna xwe derket. Hayva da xuyakirin ku ev hewldanên Ocalan ên li hucreya yek kesî ji bo aştiyê bi salan têkoşiya, ji aliyê dewletê ve bi operasyonên berfireh ên leşkerî û polîsî bersiva xwe dît û got, "Bi salan hemû teknîka di destê xwe de bikar anîn. Lê belê van hêzan heviyên azadiyê yên Birêz Ocalan çand, hesab nekirin. Têkoşîna azadiyê ya Birêz Ocalan da destpêkirin, îro Şoreşa Jinê ya Rojava diyarî cîhanê dike. Ji gelên cîhanê yên hêviya wan qediya ye, deriyekî nû yê hêviyê vedike, bi hêvî, bawerî, berxwedan û têkoşînê re hêviya bi mîlyonan ji nû ve şîn dike. Birêz ocalan îro jî di mijara aştiyê de têkoşîna xwe dewam dike û rêya rizgariyê nîşanî hemû gelên bidest dide."

'DIVÊ OCALAN ÊDÎ AZAD BIBE'

Hayva axaftina xwe wiha dewam kir: "Lîderekî bi vî rengî yê têkoşîna aştî û azadiyê dimeşîne, ev 16 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Tevî hevdîtinên çareseriyê jî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nahêle bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Hikûmeta AKP'ê tevî ku her tim behsa pêvajoya çareseriyê dike, di polîtîkaya dewletê ya li hemberî Birêz Ocalan de ti guhertin nekiriye. Dewleta ku bi Birêz Ocalan re hevdîtinên çareseriyê dimeşîne, li aliyê din dest li gelên posterên wî radikin werdide û mirovên me dişîne girtîgehan. Em nikarin vê qebûl bikin. Di rewşa heyî de ji bo pêkhatina aştiyeke mayînde û bi rûmet, dem hatiye Birêz Ocalan azad bibe. Gelê Kurd heta Birêz Ocalan azad bibe wê têkoşîna xwe dewam bike. Di salvegera 16. de em komployê careke din lanet dikin."

Li dû daxuyaniyê girseya gel bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" meşiya. Girseya gel piştî ku gihaşt ber avahiya DBP'ê ya Bajêr, belav bû.