Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên roja 153. a berxwedana Kobanê de hejmarek gund û nuqteyên stratejîk ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê got, "Di pevçûnên duh de herî kêm 53 terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin" û diyar kir ku operasyonê paqijkirinê dewam dikin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê operasyonên roja 153. a berxwedana Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
"Berxwedana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine terorîstên DAIŞ'ê tên meşandin û gihîştiye merhaleya serketinê ket roja xwe ya 153'an. Hêzên me yên ku operasyonên xwe di çarçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de berdewam dikin hejmarek gund û nuqteyên stratejîk ji terorîstan rizgar kirin.
Şervanên me yên ku li hemberî rêxistina terorî ya DAIŞ'ê bi awayekî bandor têdikoşin bi operasyonên xwe yên şevê din re derbên giran li terorîstan xistin.
LI GIRÊ GUNDÊ BEXDIKÊ PEVÇÛNÊN DIJWAR: 23 TERORÎST HATIN KUŞTIN
Şervanên me şevê din girekî stratejîk ê ku ji aliyê terorîstan ve hatibû dagirkirin hedef girtin. Di encama pevçûnên dijwar ên li vî girê stratejîk ê li ser gundê Bexdikê de, terorîstan windahiyên giran dan û hêzên me serdestiya xwe li ser vî girî çêkir.
Di pevçûnan de 23 kuştiyên terorîstan hatiye tespîtkirin. Hêzên me tevî 18 termên terorîstan dest danîn li ser wesayîteke leşkerî, doçkake 12,5 mm û 300 guleyên wê, 9 kleş, 70 şarjorên kleşê û 4.000 fîşekên wê, 2 BKC, 2 lûleyên BKC û 2.000 fîşekên wê, 2 roketavêja B7 û 4 roketên wê, 8 bombeyên destan, 8 rext, 5 dûrbîn, 1 dûrbîna şevê, 5 bêtel û 2 telefon.
DI ÇALAKIYA LI ENIYA ROJHILAT DE 3 TERORÎST HATIN KUŞTIN
Hêzên me li rojhilatê Kobanê, terorîstên li herêma di navbera gundê Dêrfilît û febrîqeya çîmento de jî hedef girtin. Di êrîşa li vir de 3 terorîst hatiye kuştin.
LI ROJAVA GUNDÊN ÇARIQLI, GIRÊ ŞEHÎD HOGIR HATIN PAQIJKIRIN: 11 TERORÎST HATIN KUŞTIN
Şervanê me li rojavayê Kobanê li hemberî terorîstên DAIŞ'ê operasyonek hemwext lidar xistin. Di operasyonê de gundê Çariqli, Girê Şehîd Hogir û hawizê avê yê li nêzî gundê Çariqli ji çeteyan hatine rizgarkirin. Di encama operasyonê de 11 terorîst hatin kuştin. Dîsa hêzên me dest danîn li ser 4 kleş, 4 rext û 4 guleyên roketavêja B7. Operasyona li vê herême berdewam dike.
LI BAŞÛR GIRÊ KUN EFTAR HAT PAQIJKIRIN: 7 TERORÎST HATIN KUŞTIN
Şervanên me li başûrê Kobanê girekî stratejîk ji bin dagirkeriya terorîstan derxistin. Piştî pevçûnên dijwar terorîst ji girê Kun Eftar hatin derxistin. Hêzên me li heman herêmê wesayîteke leşkerî jî rûxandin. Di vî êrîşê de 7 terorîst tevî 7 kleş, 7 rext, 7 bombeyên destan û 21 şarjorên kleşan mirî ketin dest..
9 TERORÎSTÊN DAIŞ'Ê LI BAŞÛRROJAVA HATIN KUŞTIN
Li başûrrojavayê Kobanê jî di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ de pevçûnên dijwar qewimîn. Di encamê de 9 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin.
Di operasyon û pevçûnên 24 saetên dawî de 4 rêhevalên me yên ku bi fedekariyeke mezin bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê, 6 rêhevalên me jî birîndar bûn."