Li Rojava çalakiyên şermezarkirina 15’ê Sibatê

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li dijî Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan li tevahî Rojava çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li dijî Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan li tevahî Rojava çalakiyên şermezarkirinê hatin li dar xistin. Her wiha ji bo şermezarkirina komployê daxuyanî û civînên cuda li bajarên Kantona Cizîrê û Efrînê hatin lidarxistin.

 CIZÎRÊ

Bi sedan welatiyên bajarê Girkê Legê, Amûdê, Dêrikê û koçberên kampa Newroz komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclan şermezar kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan welatiyên bajarê Girkê Legê , bajarokê Çilaxa, bajarokê Rimêlan, gundên Dêrnê û Cêlika yên girêdayî xeta şehîd Behzed a herêma Aliya bi çalakiyên cuda Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin.

Li bajarokê Çilaxa bi sedan welatî û endamên Rêxistina Yekîtiya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li pêşiya Mala Gel a bajorak ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocala çalakiyake li dar xistin û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em komploya li navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar dikin. Em ji tevahî welatên alîgir dixwazin ku sûcê  derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ê bangî aştiyê, demokrasiyê û biratiya gelan dike, şermezar bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî gelê Kurd hat kirin ku ji bo rizgarkirina Ocalan tekoşîna xwe xurtir bikin.

Li gundê Dêrnê û Cêlka yên girêdayî xeta şehîd Behzed a girêdayî herêma aliyên ji bo şermezar kirina komploya navnetwî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  jî du civînên cuda bi beşdariyan dehan welatiyan hatin li dar xistin.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê Rêveberiya Kampa Newoz a koçberan 16’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  bi civînekê  ku bi beşdarbûna dehan koçberan hate lidarxistin komplo şermeza kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Rêveberê Tevgera Civakên Êzdiyên Demokrat (TEV-DA) Kawa Dêrik derbarê armanca komployê de axivî û got ku komplogeran di riya dîlgirtina Rêber Ocalan de xwestin vîna gelê Kurd bişkînin û da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd komplo vala derxist.

Piştî axaftina Dêrik belgefilimek der barê gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate pêşandan.

Civîn bi dirûşmên dilsoziya bi rêber Ocalan re û şermezarkirina vê komployê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tibespiyê Tevgera Civaka Demoratîk (TEV-DEM)  di nava du civînên cuda ku yek li gundê Elî Bedran a herêma Aliya û ya din li gundê Xezne ya herêma Siceq hatibû lidarxistin komplo şermezar kirin.

Di civînan de bi dehan ji şêniyên herêmê amade bibûn.

Di civînan de axaftin li ser fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin û hate gotin ku fikirê Rêber Ocalan ji bo gelê kurd şoreşeke mezin e, her wih  di axaftinan de banga  mezinkirina tekoşînê  hate kirin heta azadiya Ocalan .

AMÛDÊ

Welatiyên bajarê Amûdê jî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şemezarkirin.

Ciwana bi navê Nazê Seidî got ku roja 15’ê sibatê ji bo tevahiya gelê Kurd rojeke reşe û diyar kir ku ev komplo ne tenê şexsê Ocalan hedef digre, lê belê ew komployeke li ser tevahiya gelê kurd e.

Nazê Seidî destnîşan kir ku komplo bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd ku rêya gelê Kurd ronî dike, vala hatiye derxistin.

Welatiyê bi navê Ebdella Kenan jî diyar kir ku dewletên kapîtalîzm yên ku beşdarî pêkanîna komployê bûn, nikaribû ku fikir û felesefeya Ocalan dîl bigrin û got ku ev fikir û felsefe bûye rêbazê jiyanê û tu kes wê nikribe ku gel jê bi dûr bixe.

EFRÎN

Endamên Rêxistina Yekîtiya Star û dayikên aşîtiyê yên Navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê, bi armanca şermezakirina komployê daxuyaniyek dan û ciwanan jî bi heman armancê belavok belav kirin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Star de ev tişt hatin gotin: ˮ Di dîroka mirovahiyê de gelek şoreşên ku li dijî sîstemên desthilatdar pêk hatine hene, lê belê şoreşa ku Rêberê gelê kurd  Abdullah Ocalan daye meşandin, şoreşeke li dijî Sîstema Modernîteya Kapîtalîzm û hişmendiya dewletê ye. Ji bo wê jî dewletên deshilatdar û mîtînger ji hebûna  Ocalan ditirsinˮ.

Di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Ocalan li gelê Kurd hate kirin.

Girêdayî heman mijarê Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Navçeyê belavokên ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve ji bo tevlîbûna çalakiyên şermezarkirinê hatine derxistin, li Navçeyê belav kirin.