Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, komplo şermezar kir

Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî kuştina mafên gelê Kurd ku birçiyê azadiyê ye bi nav kir û komplo şermezar kir.

Bi rasthatina 16. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê nivîskî weşand û got, "Armanca fikra Rêber Ocalan a civakî ew e ku jiyana hevbeş di navbera hemû gelên herêmê de bê parastin û bingehên demkrasiyê û azadiyê xurt bike û gelên bindest ji koledariyê rizgar bike."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku komploya 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye, hewldana kuştina mafên gelê Kurd ku birçiyê azadiyê ye û destnîşan kir ku ev komplo hê jî li dijî çand û vîna azad a gel berdewam e.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi tundî komploya navneteweyî ya ku li dijî gelê Kurd û Rêber Ocalan hatiye vehûnandin, şermezar dikin. Lê bi saya berxwedana dîrokî ya Kobanê ya li dijî terorê hemû armancên komployê vala hatine derxistin û têkçûna çeteyan jî nîşaneya vê yekê ye.”

Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqnas û gelên azadîxwaz kir ku li rex Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih bigirin, piştgiriya doza edaletê bikin û fişarê li hikûmeta Tirk bikin da ku siyasetên li dijî gelê Kurd bi dawî bibin.