Bi sedan Kurdistaniyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî daketin kolanên paytexta Swêd Stockholmê, hêzên li pişt komployê lanet kirin û xwestin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan.
Di meşa saet di 13:00 de li Meydana Norrmalstorg a Stockholmê destpê kir de, Kurdistanî li dû wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û di qîrîna dirûşman daxwazên xwe yên ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê anîn ziman.
Di meşê de alên PKK, PYD, YPG, PJAK, KJAR û KODAR'ê, li gel flamayên ji wêneyên Ocalan hatin hilgirtin.
Di meşê de ciwanan belavok belav kirin û der heqê komployê de raya giştî ya Swêdê agahdar kirin.
Piştî ku girseya gel gihîşt Meydana Sergel a li navenda bajêr, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin. Dûre ji Tevgear Jinê Ferah Bozcali û ji Tevgera Ciwanan Ferît Sîncar daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, komploya bi serkêşiya DYA, Îngilîstan û Îsraîlê li dijî têkoşîna azadî, demokrasî û nasnameyî ya Kurdan hatiye kirin û bi vî rengî hewl hatiye dayîn têkoşîna azadiyê ya Kurd ji holê bê rakirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi saya Ocalan û polîtîkaya PKK'ê komplo hatiye pûçkirin.
Dİ dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Serokwezîrê berê yê Swêdê Îngvar Carlsson jî di nav de zêdeyî 10 mîlyon îmze ji bo serbestberdana Ocalan hatine komkirin û hat xwestin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê berdan.
Li dû daxuyaniyê Kurdistaniyan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re Azadî" û "Şehîd Namirin" qîriyan û dawî li çalakiya xwe anîn.