YXK: Ji bo azadiya Ocalan em ê têkoşînê xurt bikin

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî şermezar kir.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê, li hemberî pêkanînên 'tecrîda giran û îşkenceya spî' berxwedaneke mezin nîşan dide û ji bo çareseriya aştiyane û wekhev a pirsgirêka Kurd têdikoşe.

'JI BO PÊŞEROJA HEVPAR A GELAN MANÎFESTO NIVÎSAND'

YXK'ê diyar kir ku Ocalan ji bo pêşeroja hevpar a gelan di Newroza 2013'an de manîfestoyek pêşkêş kiriye û got, "Li dijî hemû rêbazên îzolasyonê, Birêz Ocalan bi parêznameyên xwe re di şexsê Tevgera Azadiyê ya Kurd de, paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê pêşkêşî tevahiya mirovahiyê kiriye."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şoreşa ku îro li Rojava tê jiyîn û bandora xwe li tevahiya cîhanê kiriye de, encameke xebatên pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê û encameke paradîgmaya li Îmraliyê bi pêş ketiye." Di daxuyaniyê de komplo hat lanetkirin û azadiya Ocalan hat xwestin.

YXK'ê diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Ocalan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, têkoşîna xwe xurt bikin.