Kurdên li Japonyayê Îran protesto kirin
Li paytexta Japonya Tokyoyê, biryara Îranê ya darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nsîm ku bi endametiya PJAK'ê sûcdar dike, hat protestokirin.
Li paytexta Japonya Tokyoyê, biryara Îranê ya darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nsîm ku bi endametiya PJAK'ê sûcdar dike, hat protestokirin.
Li paytexta Japonya Tokyoyê, biryara Îranê ya darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nasîm ku bi endamtiya PJAK'ê sûcdar dike, hat protestokirin.
Li ber Sefaretxaneya Îranê tevî ku rayedaran destûr neda jî çalakiya protestoyî pêk hat.
Piştî rayedarên sefaretxaneyê hevdîtin red kirin, koma ku darvekirina Saman Nasîm protesto dikirin, nameyeke ku têde dihat gotin bila darvekirin bê sekinandin û dawî li pêkanînên dij mirovane bê dayîn xistin qutiya postayê ya sefaretxaneyê.
EM Ê YEK BI YEK HESAB BIPIRSIN
Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê di daxuyaniya xwe de got: “Em ê ji kujerên Kurdan ên ji zîhniyeta bawerhişk mîna li Kobanê yek bi yek ji wan hesab bipirsin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe, em ê bersivê bidin vê zilmê.”