Li Kopenhagenê xebatên hilbijartinê

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, xebatên hilbijartinê destpê kirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, xebatên hilbijartinê destpê kirin.

Navenda Civaka Kurd a Danîmarkayê (FEY-KURD), duh êvarê li lokala xwe ya li Kopenhagenê bi şiyara "Tu jî bi cihgirtina li komîsyonên hilbijartinê yên HDP'ê re dikare li Ewropayê tevkariyê li HDP'ê bike ku bendê derbas bike" civîneke gel lidar xist û xebatên hilbijartinê da destpêkirin.

Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir de, rêveberên FEY-KURD'ê der heqê pêvajoya hilbijartinê de agahî dan. Destnîşan kirin ku eger xebateke berfireh were weşandin ew ê karibin 10.000 dengî derxînin.

Paşê danezana hilbijartinê ya HDP'ê ji bo Ewropayê derxistî hat xwendin û çarçoveya xebatên hilbijartinê hat nîqaşkirin.

Di civînê de koordînasyon û komîsyonên semtê hatin avakirin û biryar hat dayîn ku xwe bigihînin hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Danîmarkayê.

Biryar hat dayîn ku hejmara hilbijêrên li bajaran were diyarkirin, yên ne qeydkirî de bên qeydkirin. Biryar hat dayîn ku xebatên hilbijartinê ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyî bên meşandin.