Li Girê Spî, çete û hevalbendên wan ji ber YPG/YPJ'ê direvin
Piştî ku hêzên YPG/YPJ'ê gundên Kultep, Koran, Baxdik, Îdaniyê yên li rojhilatê Kobanê azad kirin, şer li gundên Hurub û Axbaş ên Girê Spî dijwar bû.
Piştî ku hêzên YPG/YPJ'ê gundên Kultep, Koran, Baxdik, Îdaniyê yên li rojhilatê Kobanê azad kirin, şer li gundên Hurub û Axbaş ên Girê Spî dijwar bû.
Çeteyên DAIŞ'ê û hevalbendên wan ên operasyonên YPG/YPJ'ê li Girê Spî û gundên wê hîs dikin, direvin ser xetê. Yên xeta sînor şopandin, bazarên DAIŞ'ê, reva çeteyan û vegera li gundên hatine azadkirin, vegotin.
Bi berxwedana bêhempa ya hêzên YPG/YPJ'ê re, operasyonên azadkirina tevahiya eniyên Kobanê dewam dikin. Piştî ku hêzên berxwedanê berê xwe dan Til Ebyadê (Girê Spî) ku bajarê Kurdan e lê piştî polîtîkayên "Erebkirinê" yên rejîma Baas nifûsa Ereb lê hat bicihkrin, terorîstên DAIŞ'ê û hevalbendên wan ketin nava panîkê. Hat ragihandin ku Dewleta Tirk personelên xwe û sîstema xwe ya radarê ya li ser sînorê Serêkaniyê bicih kiribû, ber bi sînorê Girê Spî ve biriye û leşker sewqî herêmê kiriye. Li gorî agahiyan, çeteyên DAIŞ'ê yên ji Girê Spî direvin, xeta sînor bikar tînin û direvin aliyê Tirkiyeyê.
GUNDÎ VEDIGERIN
Piştî ku şervanên YPG/YPJ'ê berê xwe dan Girê Spî, li dû azadkirina gundên Kultep, Koran, Bexdik û Îdaniyê yên li rojhilatê Kobanê, li gundên Hurub û Axbaş ên Girê Spî pevçûn diqewimin. Gundî li gundên xwe yên hatine azadkirin vedigerin û hemû pêwîstiyên wan jî ji aliyê şervanan ve tên tedarikkirin. Xelîlê Herro ku di dema êrîşan de gundê Koranê terikand û li nêzî gundê Keloşkê yê Kaniya Xezalan (Akçakale) bicih bû, piştî ku gundê wî berî 10 rojan ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin, vegeriya gundê xwe. Xelîl diyar kir ku heman piştî gundê wan gundên Bexdik û Kultep jî hatine azadkirin, gelek kes vegeriyane gundên xwe û li gundên hatine azadkirin jiyan asayî bûye. Xelîl got, "Gelek kes dibêje em li gundê xwe vegerin, çi dibe bila bibe. Her çend mal hilweşiyane jî, razîne ku biçin li wê derê bijîn. Di 10 rojên ez li wir bûm de şervan timî dihatin xwarin û hemû pêwîstiyên didin didan gel. Bi saya berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê gundên me azad bûn. Em ê careke din qet ji gundê xwe dernekevin."
DAIŞ HEBE LEŞKER NÎNE
Welatiyê bi navê Ferîdûn Tîmûrtokat ê li gundê Keloşk ê li pêşberî gundê Koran dimîne anî ziman, ku çeteyên DAIŞ'ê wesayît, eşya û heywanên ji binê xetê dizîn tînin ser xetê û difiroşin hevalbendên xwe. Tîmûrtokat diyar kir ku hevalbendên DAIŞ'ê li gelek gundan ji bo van karan bazar jî ava kirine û diyar kir ku gund gava di destê DAIŞ'ê de bûn, li ser xetê leşker tinebûn. Tîmûrtokat got, "Terorîstên DAIŞ'ê gelek caran bi awayekî kêfî gule li vî alî direşandin. Lewma alozî her tim hebû. Niha jî zarokên me, xizmên me (YPG/YPJ'yî) gundên me ji terorîstên DAIŞ'ê paqij dikin."
BAZARA DAIŞ'Ê LI GUNDÊ GEMREDDÎN BÛ
Şêniyê gundê Xirbê Berana Ahmet Soylemez da xuyakirin ku piştî YPG/YPJ'ê gund azad kirin û berê xwe dan Girê Spî, terorîstên DAIŞ'ê ji herêmê direvin û derbasî vî aliyê sînor bûne û da xuyakirin ku DAIŞ'ê gundê Gemreddînê yê li pêşberî gundê Sibqiranê yê Kobanê weke navenda bazarê bikar dianîn. Soylemez ragihand ku nifûsa gundê Gemreddînê bi temamî Ereb e û diyar kir ku ji ber gelek kesên li vî gundî têkiliya xwe bi çeteyan re hene, ev der weke baregeha ser xetê ya çeteyan dihat bikaranîn.
LI BIRYARGEHA DAIŞ'Ê KOLIYÊN ÎHH
Soylemez da zanîn ku li navçeya Akçakaleyê gelek mînîbusên bi roj ji bo servîsên perwerdeyê tên bikaranîn, bi şev terorîstan derbasî aliyê Tirkiyeyê dike. Soylemez anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo balê nekişînin, di hundirê mînîbusan de riya xwe ya dirêj jê dikin û got, "Li maleke gundê Begdîkê ku çeteyên DAIŞ'ê weke biryargeh ji xwe re bikar dianîn, koliyên alîkariyê yên ÎHH (Weqfa Alîkariya Însanî) hat dîtin. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku terorîst hînê çiqasî bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyeke xurt in."