Li Qoserê 3 kes hatin girtin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ji kesên di êrîşên polîsan ên li hember çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê de hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê de polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî welatiyan kiribûn. Di dema êrîşan de 48 kes hatibûn binçavkirin. Ji wan 16 kesên ji 15 salî biçûktir roja Duşemê ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan. 22 kesên ji 18 salî biçûktir jî duh ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan.
9 kesên ji 18 salî mezintir îro sewqî dadgehê hatin kirin. Ji wan 3 kes hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa Ea Mêrdînê. Yên din hatin berdan.