Li Stockholmê ji bo biryara darvekirina girtiyên Kurd ên li Îranê protesto bikin û darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nesîmî bê sekinandin roja Çarşemê saet 20.30’an li ber Wezareta Karên Derve çalakiyek pêk hat.
Kurdên hatin cem hev rejîma Îranê protesto kirin û wêneyên ku Saman Nesîmî jî di nav de yên 5 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Urmiyê tên girtin, ji bo darvekirina wan bê sekinandin pankart û dovîz vekirin û dirûşmên, "Ji girtiyên siyasî re azadî", "Bimire rejîma Îranê", "Îran darvekirinan bide sekinandin" berz kirin.
Nêzî 100 Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û wêneyên Saman Nesîm, Şîrwan Nejavî, Îbrahîm Îsapur, Alî Afşarî, Habîb Afşarî û Yunus Agayan ku di bin rîska darvekirinê de ne hildan û her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin, alên KCK,
PKK, PJAK, KODAR’ê jî hatin hildan.
Kurdistaniyan ji rayedarên Wezareta Karên Derve ya Swêdê xwestin ku ji bo rawesetandina darvekirina Saman Nesîm û girtiyên din bikevin dewrê. Rayedaran jî da zanîn ku ew ji ber endamê Yekîtiya Ewropayê ne wê mijarê bibin Brukselê û ji Yekîtiya Ewropayê ji bo darvekirin bên astengkirin bikevin nava hewldanan.
Kurdistaniyan diyar kir ku heta bersiv ji Brukselê neyê wê çalakiyên xwe bidomînin û ligel dirûşman sirûd û stranên şoreşgerî hatin gotin.
Rayedarên Wezareta Karên Derve saet 22.30’an nivîsa ku der barê rawestandina darvekirina Saman Nesîmî de şandibûn ji YE’ê re dan çalakgeran. Kurdên daxuyanî girtin dirûşm berzkirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.